WAN - Li Wanê du kom pev çûn û di pevçûnê de çek hatin bikaranîn. Di êrişê de bavek û kurê xwe hatin kuştin.
Duh di saetên şevê de li Kolana Sedîralti ya Taxa Bahçivan a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di navbera du koman de bi çekan pevçûn derket. Hat zanîn ku ji ewil di navbera du koman de nîqaş derket û demekî kin piştre jî çek hatin bikaranîn. Di pevçûnê de bav û kûr Nîhat û Kerîm Ozeler jiyana xwe ji dest dan.
Bayram K. ku parêzer e û kekê wî ji ber cînayetê hatin binçavkirin.
