‘Li dijî gavên hatine avêtin divê dewlet gavên zagonî biavêje’

img

STENBOL - Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk îşaret bi têkoşîna hevpar kir û got: “PKK’ê li gorî xwe gavek avêt. Girêdayî vê, dewlet jî divê gavên hiqûqî, zagonî biavêje.” 

 
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk, têkildarî biryara vekişîna ji Tirkiyeyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd axivî. Ozturk, anî ziman ku pirsgirêka Kurd ji serdema dawî ya Împaratoriya Osmaniyan heta niha tê nîqaşkirin û got: “Girîng e ku ev pirsgirêk were çareserkirin. Dîrok guherî, civak guherîn, împaratorî guherî. Em bi pirsgirêkeke dîrokî re rû bi rû ne. Gelê Kurd daxwaza ziman, çand, nasname, ziman û mafên ji hebûnê tên dixwaze. Daxwazên gerdûnî ne û divê bên cîbicîkirin.” 
 
‘DIVÊ GAVÊN ZAGONÎ Û HIQÛQÎ BÊN AVÊTIN’  
 
Ozturk, diyar kir ku îktîdara AKP-MHP’ê pêvajoyê “hêdî” dimeşînin. Ozturk, banga Abdullah Ocalan, biryara xwefesixkirinê, merasîma şewitandina çekan û biryara vekişînê yên Tevgera Azadiyê bi bîr xist û got: “Gava dawî jî ji bo pêşketina pêvajoyê û pêşîlêgirtina vehêlandina wê pir girîng bû. Gavekî rast bû û dê zextê li ser îktîdarê bike. PKK’ê ji berê xwe ve gavek avêt. Divê êdî dewlet jî gavên zagonî, destûra bingehîn û hiqûqî biavêje.” 
 
‘HEWCEYE KOMÎSYON BI ABDULLAH OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKE’  
 
Ozturk, axaftina xwe wiha qedand: “Paşvekişandina qeyûman, berdana girtiyên siyasî, başkirina şertên Ocalan dikarin bibin çendek gavên werin avêtin. Divê di mijarên nasname, çand û ziman de jî gavan biavêjin. Ger di yek ji van mijara de gav bên avêtin, êdî dê pêvajo jêneveger be. Lewma gava ewil pir krîtîk e. Ger komîsyona li Meclisê bi Ocalan re hevdîtinê bike dê encamên vê yên erênî çêbibin.  Piştî şer girîng e ku em bi aştiyane bijîn. Ji bo vê jî hewcehî bi veraskirinên hiqûqî heye. Îktîdar, banga ‘çekan berdin, werin siyaseta demokratîk bikin’ dike. Ji bo vê divê ew kes vegerin Tirkiyeyê. Dema vegeriyan jî divê rastî lêpirsînan neyên. Ji ber ku ev kes dê tev li siyaseta welat bibin. 
 
Ya ku dikeve ser milê me jî ew e ku em li cem gelê Kurd cih bigirin, piştgiriyê bidin tevgera Kurd û bi hev re têbikoşin. Divê em mafên Kurdan jî ji civakê re vebêjin. Di mijarên ziman, çand, paşvekişandina qeyûman, berdana girtiyan, başkirina şertên Ocalan de divê em gel agahdar bikin.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû