Xwendekarên Zanîngeha Anadoluyê: Dê boykot bidome

  • ciwan
  • 09:49 30 Adar 2025
  • |
img

ESKÎŞEHÎR - Xwendekarên Zanîngeha Anadoluyê anîn ziman ku dê çalakiya wan a boykotê ya jui bo demokrasî û azadiyê piştî betlaneyê jî bidome.  

Çalakiya boykotê ya li zanîngehan li dijî lêpirsîna der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de hatine destpêkirin didomin. Xwendekarên Dibistana Bilind a Zimanên Biyanî û Fakûlteya Zanistên Ragihandinê yên Zanîngeha Anadoluyê ya Eskîşehîrê jî dersan boykot dikin. Xwendekar têkildarî çalakiyên xwe axivîn û gotin ku li dijî polîtîkayên zextê li ber xwe didin. 
 
‘BOYKOT DÊ BIDOME’
 
Nûnerê çalakiya boykotê ya li Dibistana Bilind a Zimanên Biyanî Bartu Can, got: “Li hemû bajaran binçavkirin hene. Tu kes ji me nikare bala xwe bide dersan. Hizra me tevan li ser siyaseta Tirkiyeyê ye. Bi şev em li kolanan çalakiyan dikin. Bi roj jî dibistanê boykot dikin. Dê wiha bidome. Bi zanebûn betlaneyê cejnê kirin 9 roj ku pêşî li çalakiyên li dibistanan bigirin. Em di ferqa vê de ne û dê li gorî wê gavan biavêjin. Dema mirov vegeriyan kampusan dê dîsa boykota me bidome.” 
 
Can, bertek nîşanî negirtina rojnamegeran a li hundirê kampusan da û ev tişt anî ziman: “Bi qasî ji dest tê hewl didin bûyeran veşêrin. Marx dibêje ‘Çîçek di çiravan de şîn dibin.’ Ev gotin jî ji bo çapemeniya azad û sansurê tê gotiğn. Em jî dê çalakiyên xwe bidomînin. Em ê her tim bangî çapemeniyê bikin. Em ê nehêlin çapemeniya azad bêzar bikin.” 
 
‘XWENDEKAR TENÊ JI BO ÎMAMOGLÛ ÇALAKIYAN NAKIN’
 
Nûnerê çalakiya boykotê ya li Fakûlteya Zanistên Ragihandinê Burak Guzel jî ev tişt anî ziman: “Em van çalakiyan tenê ji bo Îmamoglû nakin. Me li vî welatî tenê zilm, nelirêtî û bêliyaqetî dît. Em dibêjin ‘Êdî bes e.’ Dê çalakiyên me piştî betlaneyê bidomin.”