ÊLIH/WAN - Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo meşa ji Amedê ber bi Amarayê ve banga tevlibûnê kirin û gotin: “Em bi ruhê Newrozê li Amarayê bin.”
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê di navbera 1-4’ê Nîsanê de ji Amedê ber bi Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê bi dirûşma “Bi civaka demokratîk ber bi azadiyê ve” meşê li da bixe. Amadekariyên ji bo meşa ku dê bi boneya 76’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin, didomin.
‘EM BI RUHÊ NEWROZÊ LI AMARAYÊ BIN’
Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê Yûsûf Mendeş, bal kişand ser banga Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê û anî ziman ku dê ciwan bibin pêşengên vê bangê. Mendeş, wiha got: “Di 8’ê Adarê de jinan bi girseyî piştgirî dan bangê. Piştre jî bi milyonan kes beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûn. Hesreta xwe ya ji bo aştiyê anîn ziman. Divê hemû gelên cîhanê xwedî li vê bangê derkevin. Xwedîderketina li aştiya birûmet dê gelek pirsgirêkan çareser bike. Em bi ruhê Newrozê dakevin qadan.”
Mendeş, wiha domand: “Tecrîd hêj didome. Meseleya tecrîdê ne tenê meseleya gelê Kurd e, meseleya her kesî ye. Divê her kes tişta dikeve ser milê xwe bike. Ji bo aştiyeke birûmet divê em xurt tev li bibin. Em hemû kesên dixwazin bibin dengê azadiyê vedixwînin Amarayê.”
‘EM AVAKERÊ AŞTIYÊ AZAD BIKIN’
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Vedat Ozer jî got: “Em di pêvajoyeke girîng de ne. Ji ewil divê tavilê tecrîd bê rakirin. Em ê bi ruhê Newroz û 8’ê Adarê li gadan bin. Em hemû gelê xwe vedixwînin Amarayê. Em tecrîdê ji holê rakin û azadiyê pêk bînin. Ji bo vê jî hewcehî bi tevlibûneke xurt heye. Em piştevaniyê mezin bikin û avakerê aştiyê (Ocalan) azad bikin.”
‘ARMANCA ME AZADÎ YE’
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê Polatcan Goren jî got: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em ê ji Amedê ber bi Amarayê ve meşê li dar bixin. Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsanê de bimeşin. Em ê nîşan bidin ku piştgiriyê didin pêvajoya hatiye destpêkirin. Ji bo hemû biryarên Abdullah Ocalan em ê tişta dikeve ser milê xwe bikin. Em bang li tevahiya gelê xwe yê welatparêz dikin ku tev li meşê bibin. Werin em bi hev re Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin.”