Lamîa Asu ya Efrînî ku piştî 32 salan hate berdan birin GGM’ê

img

ÎZMÎR - Lamîa Asu ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê dihat ragirtin û piştî 32 salan hate berdan, ji bo dersînorkirinê birin Navenda Paşveşandinê ya Harmandaliyê. 

 
Lamîa Asu ya Efrînî ku di sala 1992’yan de li Sêrtê hate girtin, piştî 32 salan hate berdan. Lamîa Asu ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê dihat ragirtin, piştî tehliyebûnê birin Navenda Paşveşandinê (GGM) ya Harmandali ya Îdareya Koçê ya Îzmîrê. Tehliyeya Lamîa Asuyê carekê bi hinceta “muxalefeta li dijî memûran” 7 meh û 15 rojan û du caran jî bi heman hincetê ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin. 
 
Lamîa Asu ku di 6’ê Cotmehê de hate berdan, birin GGM’a Harmandaliyê. 
 
Tê payin ku Lamîa Asu teslîmî Sûriyeyê were kirin.