Li gundên qedexe yên Çelê destûra petrol û madenan hat dayîn

COLEMÊRG - Li gundên Çelê yên qedexe ku lêgerîna madenan lê tê kirin û qadên petrolê lê tên vekirin, welatiyan bertek nîşan dan û gotin: "Em talanê naxwazin, em dixwazin gundên xwe ava bikin."

Li herêma Tiyarê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê û gundên Êriş, Jiyaniş, Talisan, Bilecan û Serêsêvê yên ku di sala 1995’an de hatibûn valakirin, bîrên sondajê yên petrolê tên vekirin. Ev gund her çend milkên bi tapo bin jî, zêdetirî 30 sal in wekî “herêma qedexe” hatine ragihandin. Welatî tenê bi destûr dikarin bikevin gundên xwe, lê ji bo şîrketên petrol û madenê ketin û derketin serbest e. Di sala 2023’yan de, ji bo bîra sondajê ya petrolê ku dihat plankirin li Taxa Sêgirê ya navenda navçeyê bê vekirin, Miduriyeta Herêmê ya Êlihê ya Şirîkatiya Anonîm a Petrola Tirkiyeyê (TPAO) dosyaya danasîna projeya bi hejmara lîsansa “AR/TPO/K/N51-c1,c2 Çinarlı-1” amade kir. Ev dosya ji aliyê Miduriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ya Walîtiya Colemêrgê ve hat lêkolînkirin. Walîtiyê di çarçoveya xala 17’emîn a Rêziknameya Nirxandina Bandora li Hawirdorê (ÇED) de, biryara “hewcehî bi ÇED'ê nîne” da.
 
Bi vê biryarê re xebatên lêgerîna petrolê li herêmê berdewam dikin. Gundên navçeyê ev salên e bi statuya “herêma ewlehiya taybet” û “qada qedexe” ji welatiyan re girtî ne. Lêgerîna maden û petrolê li gundên qedexe, ji bo saziya ekolojîk a herêmê, çavkaniyên avê û cihêrengiya biyolojîk xetereyên mezin dihewîne. Welatiyên ku vegera wan a gundan tê astengkirin û mafê wan li ser axa wan nîn e, bertek nîşanî lîsansên ku dane şîrketan dan.
 
'GUNDÊ ME TUNE KIRIN'
 
Omer Tan ê ji gundê Bilecanê, diyar kir ku ev bi salan e makîneyên kar li gundên wan dixebitin lê ketina wan a gundan qedexe ye û ev tişt got: “Gundê me Bilecan di sala 1995’an de hat valakirin. Beriya ku bê valakirin, me debara xwe bi sewalkarî û çandiniyê dikir. Lê piştre gund hat valakirin û 30 sal in ketina gund qedexe ye. Di salê de tenê carekê destûrê didin, em diçin û piştî çend saetan derdikevin. Dewlet ji me re dibêje 'gundê we serbest e' lê destûrê nadin em têkevinê. Ev çend sal in makîneyên kar li gundê me ne û dixebitin. Van makîneyan tiştên mabû jî tune kirin. 2 sal in dibêjin ew ê li gundê me li petrolê bigerin. Li gundê me tiştek nehiştin, zozanên me qedandin. Niha jî ji bo qada petrolê lîsans girtine. Lêgerîna petrolê dê dest pê bike. Lê ji bo me qedexe ye. Em naxwazin li gundê me li petrolê bigerin. Em dixwazin ev qedexeyên li ser gundên me bên rakirin. Em dixwazin gundên xwe ava bikin û vegerin ser axa xwe. Em dixwazin ev talan raweste. Em di konan de bin jî, em dixwazin li gundê xwe bijîn.”
 
LÊGERÎNA MADENÊ AV ÇIKAND
 
Metîn Denîz jî destnîşan kir ku li gundên lêgerîna madenê lê tê kirin av nemaye û wiha axivî: “Li gundên Tiyarê, Jiyaniş û Serêsêvê lêgerîna madenê heye. Li van gundan madenên risas û çînkoyê tên derxistin. Li gundên din jî lîsansa lêgerîna petrolê hatine wergirtin û îsal dê dest pê bikin. Li gundê Êrişê bîra sondajê hat vekirin û amadekariyên wê tên kirin. Avên ku diherikîn gundan, şîrketên petrolê ji bo xwe kişandine û dewletê ji bo leşkeriyê kişandiye. Niha ava ku ber bi gundan ve diherike nehiştine. Ne li Talisanê ne jî li Bilecanê av nemaye. Ava gundê Seranê jî dane qadên jor. Niha tenê av ber bi gundê Tiyarê û Heşetê ve diherike. Çûna van gundan jî qedexe ye, lê ji bo petrol û madenê serbest e. Daxwaza me ew e ku lîsansên lêgerîna petrol û madenê bên betalkirin. Em dixwazin herin gundên xwe ji nû ve ava bikin.”
 
'JI BO MADENÊ SERBEST E, JI BO ME QEDEXE YE'
 
Sadir Sayir ê ji gundê Talisanê jî anî ziman ku bi destpêkirina lêgerîna petrolê re dê li gundên wan wêranî û xerabûneke mezin a ekolojîk pêk bê û got: “Dewletê gundên me vala kirin, em jî bi neçarî derketin. Ji sala 1995’an ve gundên me vala ne. Niha hikumet li gund e. Ji bo me qedexe ye, em nikarin têkevinê. Di salê de tenê carekê ji bo 2 saetan destûrê didin. Gundên me bi tapo ne û milkên me ne. Lê niha amadekariyên lêgerîna maden û petrolê dikin. Gund yê me ye, milk yê me ye, ax ya me ye. Ew petrola kê bêyî me derdixin? Ger maden û petrol bê derxistin, dê li gund tiştek nemîne. Di van xebatan de tu berjewendiyeke me wekî gel nîn e. Ji bo maden û petrolê serbest e, lê ji bo me qedexe ye. Çima vî tiştî bi me dikin? Em dixwazin herin gundê xwe û wekî berê bijîn.”
 
MA / Zeynep Durgut