Di mercên giran ên zivistanê de sewalkarî

img
DÊRSIM - Li gundê Tanêrê yê Xozatê ku zivistan lê dijwar derbas dibe, Ozlem Akdenîz û Zarîfe Akgul ên ku sewalkariyê dikin, diyar kirin ku ji ber zêdebûna lêçûnan sewalkarî her ku diçe zehmettir dibe û ew bi fikar in ka dê zivistanê çawa derbas bikin.
 
Li gundê Tanêrê yê navçeya Xozat a Dêrsimê, ji bo Ozlem Akdenîz (45) û Zarîfe Akgul (43) ên ku bi sewalkariyê debara xwe dikin, mehên zivistanê ji ber lêçûnên zêde û zehmetiyan veguherî kabûsekê. Jinên ku vegeriyane gundê xwe û jiyana xwe bi sewalkariyê didomînin, diyar kirin ku bi buhabûna alif, kayê re sewalkarî giran bûye, lê ji ber ku çavkaniyeke din a debara wan nîn e, ew neçar in vî karî bidomînin.
 
Zarîfe Akgulê diyar kir ku ji ber karê hevjînê xwe gelek salan li Xarpêtê jiyane û beriya pênc salan ji ber nexweşiya dayika xwe vegeriyaye gund û ev tişt got: “Min li vir dest bi sewalkariyê kir. Berê 12 çêlekên min hebûn, piştre min pez kirîn. Min pez zêde kir û niha 100 pezên min hene. Ez bi xwe bi ajalan re mijûl dibim. Xwedîkirina wan zehmet e, bi taybetî di mehên zivistanê de her tişt hîn zehmetir dibe.” Zarife Akgul a ku dayika 3 zarokan e, anî ziman ku ew bi karên wekî paqijkirina axur û danîna kaya ajalan re mijûl dibe û bal kişand ser zehmetiya xwedîkirina ajalan û wiha pê de çû: “Ya herî girîng şivan lazim e. Niha hejmara ajaşên me kêm e, nasekî me alîkariya me dike; lê heke hejmar zêde bibe divê em şivanekî bigirin, ev jî ji bo me lêçûneke din e.”
 
'BERDÊLA KEDA ME DERNAXE'
 
Zarîfe Akgulêl diyar kir ku ji qezencê zêdetir ew dikarin tenê masrefên xwe yên rojane derxin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez mijûliya bi ajalan hez dikim. Heke ez vala bimanama ez ê aciz bubûma. Berê malbata min bi ajalan re mijûl dibû, lê niha ez dikim. Berê min çêkirina mast jî nedizanî, lê bi daxwazeke mezin ez hîn bûm. Sewalkarî berdêla keda me dernaxe, lê ji ber ku kar nîn e em neçar in bikin. Ji ber ku budçeya me tune bû, me îsal alif û ka kêm kirî. Nizanim ka em ê zivistanê derbas bikin an na. Keçeke min bi kêmtirîn mûçeya dixebite. Keça min a din jî beşa sêwirînera modayê xwend. Ew jî têkeve karekî dê alîkariya me bike. Ez ji jiyana bajêr hez nakim, tevî van hemû zehmetiyan jiyana li gund xweş e.”
 
'EM JI BO TÊRBÛNA ZIKÊ XWE DIXEBITIN'
 
Ozlem Akdenîz a ku nêzî 20 salan li navenda Xozatê jiya, beriya 15 salan ji ber zehmetiyên debarê vegeriya gundê xwe wiha axivî, “Heke sewalkarî nebe em ê ji birçîna bimrin. Ji ber lêçûnan, em niha tenê ji bo têrbûna zikê xwe dixebitin. Qezenceke me nîn e, lê heke di pêşerojê de em hejmara ajalan zêde bikin dibe ku qezenc bikin. Zivistan hat û zivistana vir dirêj dajo. Kay e, alif e, lewma em tengav dibin. Masrefa tonek alif an jî kayê digihîje 200 hezar TL’yî. Lê ew jî têra zivistanekî nake. Kêmtirîn mûçeye dikeve malê, ew jî têr nake. Torbeyek ard bûye hezar TL.”
 
MA / Şîrvan Şîlan Çîl