KESK: Girtî û binçavkiriyan berdin

img
WAN-Platforma Şaxên KESK’a Wanê xwest kesên di protestoyên 1’ê Gulanê de hatine binçavkirin û girtin werin berdan. 
 
Platforma Şaxên Wanê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) têkildarî kesên xwestin Cejna 1’ê Gulanê li Qada Taksîmê pîroz bikin hatine binçavkirin û girtin, li avahiyê şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) daxuyaniya çapemeniyê da. 
 
‘BILA KESÊN HATINE GIRTIN BÊN BERDAN’
 
Di civînê de endamê Lijneya Rêveber ê Sendîkaya Kedkarên Hemû Şaredarî û Xizmetên Rêveberiyên Xwecihî (Tum Bel-Sen) Vural Ayturk xwest kesên hatine binçavkirin werin berdan. Ayturk destnîşan kir ku desthilata heyî welat veguherandiye girtîgehekî servekirî û wiha got: “Karker, kedkar û gelê ku bêyî bala xwe bidin gefan, bi bikaranîna mafên xwe yên destûra bingehîn xwestine di 1’ê Gulanê di qadan de pîroz bikin. Dixwazin bi sûcdarkirina kedkar karker û gel, qanûnê û Destûra Bingehîn tune bihesibînin,  kirina sûc bidomînin û bi operasyonên  nîv şevê çavê Tirkiyeyê bitirsînin. Em wek KESK dixwazin demildest hemû binçavkirî werin berdan.”