CNN: Îsraîlê di şerê Îranê de leşker şandin Azerbeycanê
Li gorî nûçeya CNN’ê Îsraîlê di dema şerê Îranê de hêzên taybet, personelên îstixbaratê û yekîneyên komandoyan li Azerbeycanê bi cih kirine.
Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da
Feylezof û civaknas Edgar Morin ê Fransî ku di Şerê Navxweyî yê Spanyayê de li kêleka eniya dijî-faşîst bû û piştgirî da banga Abdullah Ocalan, jiyana xwe ji dest da.
Tûra 4'emîn a hevdîtina Îsraîl-Lubnanê li DYA'yê pêk hat
Tûra 4'emîn a hevdîtinên ÎSraîl û Lubnanê li DYA'yê pêk hat.
NY'yê leşkerên Îsraîl û Rûsyayê xist 'lîsteya reş a destdirêjiyê'
NY'yê ji ber bûyerên destavêtin û destdirêjiyê yên li herêma şer, leşkerên Îsraîl û Rûsyayê xist lîsteya reş a salane.
Di êrişên Îsraîlê de 26 kes hatin qetilkirin
Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de, di 24 saetên dawî de herî kêm 26 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Kenyayê agir bi wargeha xwendekaran ket: 16 kes mirin
Li bajarê Gilgil ê Kenyayê, agir bi wargeha xwendekarên keç ket. Herî kêm 16 kes mirin û 73 kes jî birîndar bûn. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.
Dîplomasiya DYA-Çînê: Beriya pevçûna mezin amadekirina mercan e
Dr. Mîthat İshakoğlu destnîşan kir ku serdana DYA-Çînê, beriya pevçûneke mezin a kûrewî amadekirina mercan e û wekî rengvedana şerekî pêşketî ye û got: "Ji bo tevgera siyasî ya Kurd ev rewş, bi awayekî hemwext hem qadeke fersenda dîrokî û hem jî xetereyeke hebûnê di nav xwe de dihewîne."
Li Kongoyê şewba Ebolayê belav dibe
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, daxuyand ku li Kongoyê zêdetirî 900 kesên biguman hatine tespîtkirin.
Li Belucistanê êrişa bombeyî pêk hat: Gelek kes mirin
Li bajarê Quettayê yê eyaleta Belucistan a Pakistanê, êrişeke bombeyî li dijî trenekê ku personelên leşkerî û malbatên wan tê de bûn, pêk hat. Di encamê êrişê de gelek kes mirin.
Vîrûsa Ebolayê belav dibe: Bi kêmanî 177 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Komara Demokratîk a Kongoyê ji ber vîrûsa Ebolayê de bi kêmanî 177 kesan jiyana xwe ji dest da.
Dîrektorê Îstixbaratê yê DYA'yê îstifa kir
Dîrektorê Îstixbarata Neteweyî ya DYA'yê Tulsi Gabbard, ji ber tenduristiya hevjîna xwe îstifa kir.
Li Çînê di madena komirê de teqîn çêbû: 82 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Çînê di madeneke komirê de teqîn çêbû. Hat ragihandin ku 82 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî di bin erdê de asê mane.
Îsraîlê êrişî Fîloya Sumudê kir
Îsraîlê, êrişî 2 keştiyên Fîloya Sumudê ya ku alîkariya insanî dibe Xezeyê kir.
Ji Rûsyayê tetbîqata nukleerî!
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku tetbîqatên nukleerê destpê kiriye û zêdetirî 65 hezar leşker tev li bûne.
Li Kongoyê şewba Ebolayê: Hejmara miriyan derket 118 kesan
Ji ber şewba Ebolayê li Komara Demokratîk a Kongoyê herî kêm 118 kesan jiyana xwe ji dest dan.