Jinên TMMOB’î: Em kampanyaya piştevaniya bi Kobanê re mezin bikin
Koma Xebat ya Jinan a ÎKK’a TMMBO’a Amedê piştgiriya xwe ya bi kampanyaya “piştevaniya hîjyenê” ya bi jinên Kobanêyî re ragihand û banga mezinkirina kampanyayê kir.
ENAG: Enflasyona salane bû ji sedî 54.14
Li gorî daneyên ENAG’ê, enflasyon di meha Sibatê de ji sedî 4.01 zêde bû. ENAG’ê, enflasyona salane bûye ji sedî 54.1.
Dest ji akademîsyeniyê berda, kargeha mûman vekir
Hasret Îpek ku dest ji akademîsyentiyê berda û kargeha mûman vekir, got ku divê jinên li ber perdeyê piştgiriyê bidin jinên li paş perdeyê.
DTSO: Deriyê Sînor ê Nisêbînê dê di 31’ê Adarê de bê vekirin
Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya da zanîn ku wan agahî wergirtine ku Deriyê Sînor ê Nisêbînê dê di 31’ê Adarê de jinûve bê vekirin.
TUM BEL-SEN: Em li dijî tundiyê ne
Endamê TUM BEL-SEN'ê Eren Aktaş ku bertek nîşanî tundiya li xebatkarên cemaweriyê da got ku ew li dijî tundiyê li cem kedkarên cemaweriyê ne.
Walîtiya ku ji bo madenan rapora ÇED’ê hewce nabîne, ji bo projeya ajalvaniyê rapor xwest
Walîtiya Wanê ku ji bo gelek şîrketên madenvaniyê destûra “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” dide, ji bo projeya ajalvaniyê rapora ÇED’ê xwest. Walîtiyê, ji bo projeya ku tê xwestin li Elbakê bikeve meriyetê, tevî ku rêhesin li navçeyê derbas nabe jî ji Midûriyeta Rêhesin a Dewletê nêrîn xwest
Li Geverê 998 kargeh hatine girtin
Serokê Odeya Pîşekar û Esnafan a Geverê Îrfan Sari diyar kir ku di çar salên dawî de li Geverê 998 kargeh hatine girtin û got: "Ev dîmen nîşan dide ku Tirkiye ne tenê ji hêla aborî ve, di heman demê de ji hêla civakî û siyasî ve jî têk diçe."
Bihayê dermanan sewalvaniyê kêm dike
Li Wanê zêdebûna bihayên êm û dermanên beytariyê, barê sewalvanan girand ike. Hem sewalvan hem jî beytaran diyar kir ku ji ber lêçûnên zêde zehmetiyan dikişînin.
Xwendekar ji ber bihabûnê nikarin pirtûkan bikirin
Ji ber bihabûnê xwendekar û malbat berê xwe didin pirtûkên destê duyemîn an ên berê bikar hatî.
ŞÛTSO: Gotinên demokratîkbûyîn û normalîzekirinê turîzmê geş dike
Endamê Meclisa ŞUTSO'yê Serhat Gerger, got: "Bi gotinên aştiyê re, di demeke kurt de li bajêr hesteke berbiçav a rihetî û bêhnvedanê dest pê kiriye. Ligel gotinên demokratîkbûn û normalîzekirinê, livûtevgera turîzmê jî dest pê kir."
Li Amedê etîketên bi Kurdî li esnafan hatin belavkirin
Di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de li Amedê etîketên bi Kurdî li esnafan hatin belavkirin.
Esnafên Wanê: Ji bo aboriyê ji bilî aştiyê tu rêyên çareseriyê nînin
Dihat payin ku beriya meha Remezanê di bazara li Taxa Xaçortê ya Wanê hatibû danîn de esnaf ticareteke baş bikin. Lê ji ber krîza aborî û bêkariyê, esnaf nikarin tiştên xwe bifiroşin. Esnafan got: “Ji bo aboriyê, ji bilî aştiyê tu rêyên çareseriyê nînin.”
Krîza aborî didome: Bihayê goşt di salekê de ji sedî 300 zêde bûye
Ji ber krîza aborî, hêza kirîna welatiyan kêm dibe û biha zêde dibin. Bihayê goştê sor ku par di navbera 400-500 TL'yî de dihat firotin, îsal di navbera 700-800 TL'yî de ye.
Li Rûbarokê ji bo zerarên serayê tenê 15 hezar TL hate dayîn
Li navçeya Rûbarok a Colemêrgê ji ber berfê bi dehan sera hilweşiyan, welatiyan bi milyonan zerar kirin. Welatiyên ku serî li Qeymeqamtiyê dan, ji bo zerarên wan tenê 15 hezar TL hate dayîn.
Rapora ÎSÎG’ê: Di Çileyê de herî kêm 146 karkeran jiyana xwe ji dest dan
ÎSÎG’ê rapora xwe ya cînayetên kar a meha Çileyê aşkera kir û da zanîn ku herî kêm 146 karkeran jiyana xwe ji dest dane.