Deh hezaran serketina Amedsporê pîroz kir
Li Qada Newrozê deh hezaran kes derketina Amedspor a Super Lîgê bi coşî pîroz kir.
- 23:16
Li Botanê Komxebata Zimanê Kurdî hate lidarxistin
Li navçeya Cizîrê bi dirûşma ‘Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî’ komxebatek pêk hat û di komxebatê de banga xwedîderketina zimanê Kurdî hate kirin.
- 19:18
Jin ji bo Cejna Zimanê Kurdî li ANKA-DER'ê hatin ba hev
ANKA-DER'ê di çerçoveya Cejna Zimanê Kurdî de bi jin û zarokan re bernameyek li dar xist.
- 18:19
Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn
Hozan Mizgîn a PKK'î, li ser gora xwe hat bibîranîn. Xwişka wê Şukran Akiş di bîranînê de axivî û got: "Ez di şexsê Şehîd Mizgîn de hemû şehîdên Kurdistanê yek bi yek bi bîr tînim."
- 18:12
Xwendekar û mamoste li Rojava ji bo Kurdî meşiyan
Li bajarên Dêrik û Tirbespiyê yên Rojava mamoste, xwendekar û bi sedan ji şêniyên herêmê ji bo zimanê Kurdî meşiyan ku di destûra bingehîn de bê misogerkirin.
- 16:36
Îranê êrişî biryargehên Komalayê kir
Muhafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku êrişî biryargehên Komalayê yên li Hewlêrê kirine.
- 16:26
Li Stenbolê ji bo 3 PKK’iyan şîn hate danîn
Ji bo gerîlayê PKK’ê Maşallah Îlbars, Kerem Kosem û Fahrettîn Tayşan ku di salên 90’î de jiyana xwe ji dest dabûn, li Stenbolê şîn hate danîn.
- 16:24
Çalakiyên Cejna Zimanê bi pêşbirka bazdanê dest pê kir
Starta çalakiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Amedê bi pêşbirka bazdanê hat dayin.
- 14:56
Koma 5'emîn a koçberên Efrînî bi rê ket
Îro di danê sibehê de komeke din a koçberên Efrînî ji Qamişloyê ber bi warên xwe ve bi rê ket.
- 14:11
Kovara Jineolojiyê li Amedê bi xwînerên xwe re civiya
Kovara Jineolojiyê li Amedê bi xwînerên xwe re civiya û têkildarî Îdeolojiya Rizgariya Jinê nîqaş hatin kirin.
- 13:14
Li pêşiya girtîgehan bang kirin: Diyariya herî xweşik a ji dayikan re aştî ye
Dayikên Aştiyê bi boneya Roja Dayikan li gelek bajaran li pêşiya girtîgehan daxuyanî dan. Dayikan, daxwaza diyarkirina statuya Abdullah Ocalan kir û gotin: “Diyariya herî xweşik a ji dayikan re aştî ye.”
- 13:11
Li ser rêya Şemzînan-Rûbarokê hezaz çêbû
Li ser rêya Şemzînan-Rûbarokê hezaz çêbû û rê li ber hatin û çûna wesayîtan hate girtin.
- 13:01
Kesên di Komkujiya Garê de hatin qetilkirin bi bîr anîn
Bi boneya meha 127’emîn a Komkujiya Garê bîranîn hat lidarxistin. Endamê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Can Ateş di bîranînê de got: “Dadgehê der heqê 3 xebatkarên cemaweriyê de lêpirsîn da destpêkirin. Hêj jî dest nedane wê dosyeyê.”
- 12:58
Şahida Qirkirina Dêrsimê Hanîfe Guleçê jiyana xwe ji dest da
Şahida Qirkirina Dêrsimê Haîfe Guleçê jiyana xwe ji dest da.
- 12:25
Dayikên Aştiyê: Em dixwazin zemîna çareseriyê xurt bibe
Dayikên Aştiyê yên bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin, diyar kirin ku daxwaza wan a ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan, Devlet Bahçelî û Tayyîp Erdogan re didome û gotin: “Weke dayikên dev ji aştiyê bernedayîn em dixwazin zemîna çareseriya demokratîk xurt bibe.”
- 12:23
Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin, ziman û berxwedan’ derket
Hejmara 167’an a kovara Jinê bi manşeta “Jin, ziman û berxwedan"ê derket.
- 12:11
Projeya GES’ê ya li gundê Êzidiyan hat erêkirin: Em vê biryarê qebûl nakin
Şêniyên gundê Êzidiyan Bacinê yê Midyadê bertek nîşanî hewldana projeya GES’ê dan û diyar kirin ku ev heqaretekî li baweriya Êzidiyan e û ew ê qebûl nekin.
- 12:08
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk yeksalî ye: Xeta me ya sor mafên Kurdan û gelên Kurdistanê ye
Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, diyar kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka statu, demokrasî û aştiyê ye û got: “Me ev yek ji xwe re kir perspektîf. Çi dibe bila bibe di rojeva me de Kurd û gelên Kurdistanê hene.”
- 11:27
Çemê Mûradê di dorpêça JES û madenan de ye
Endezyara Zîraetê Întîzar Guzelçayê diyar kir ku Çemê Mûradê di bin gefa madena zêr û JES’ê de ye û got: “Gefeke mezin li ser tenduristiya gel heye.”
- 10:46
Welatiyên Wanê: Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe
Welatiyên Wanê ji ber gavneavêtina dewlet û îktîdarê ya di pêvajoyê de bertek nîşan dan û gotin divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
- 10:11
Girtiyên kameraya li qawîşê girtin bêyî lêpirsînê xistin hucreyê
Naîm Emînoglû ku miwekîlên wî li Girtîgeha Marmarayê li dijî zext û îşkenceyê di greva birçîbûnê ya bêdem de ne, diyar kir ku girtiyên kameraya li qawîşê girtin bêyî lêpirsînê xistine hucreyê û got: “Serlêdana me ya ji bo Wezareta Dadê nehat bersivandin û wezaret van binpêkirinan paşguh dike.”
- 09:54
‘Yên dibêjin em qedir didin dayikan wê demê bila li Qada Galatasarayê binêrin’
Dayikên Aştiyê ku 31 sal in li Qada Galatasarayê aqûbeta zarokên xwe dipirsin,gotin: “Heqê me yê dayiktiyê ji me hate standin. Yên dibêjin em qedir didin dayikan, bila li Qada Galatasarayê binêrin.”
- 09:23
Kesên tev li Nobeta Aştiyê bûn: Ji bo çareseriyê gavên zagonî biavêjin
Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li Şirnexê tev li Nobeta Aştiyê bûn, diyar kirin ku ji bo pêşketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê gavên qanûnî bên avêtin.
- 09:21
Daxwaza Aygul Kabaîşê: Bila faîlên keça min bên dîtin
Dayika Rojîn Kabaîşê Aygul Kabaîş bi boney Roja Dayikan axivî û xwest edalet pêk bê û faîlên keça wê bên girtin.
- 09:03