Eywana şanoyê ya qeyûm kiribû wêrane dê bê nûkirin

img
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê avahiya pêvek a 26 salan xebatên çand û hunerê lê dihatin meşandin lê di 8 salên serdema qeyûm de veguheriye wêraneyê jinûve sererast bike. 
 
Bi salan avahiya pêvek a li pişt avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê weke Şanoya Bajar a Serokatiya Daîreya Çand û Turîzmê xebatên çandî lê hatin meşandin. Lê belê di 8 salên serdema qeyûm de veguherî wêraneyê. Avahiya behsa xeberê di sala 1992’yan de hate avakirin û heta sala 2016’an serdema qeyûman, xebatên çand, huner û konferansan hat bikaranîn. Her wiha pêdiviya çalakiyên rêxistinên civakên sivîl jî pêşwazî dikir. Lê belê di serdema qeyûman de ji ber nesexbêrkirina wê veguherî wêraneyê. 
 
VEGUHERÎ WÊRANEYÊ
 
Bi salan li vê avahiyê konser hatin dayîn, lîstikên şanoyê hatin pêşandan, kongre û konferans lê hatin lidarxistin. Lê niha ji banê wê av tê xwarê, dîwarên wê  hildiweşin, derî û qoltixên wê bi temamî nema dikarin bên bikaranîn. Serdemekê li vê avahiyê fîlm dihatin pêşandan û sînemaya Burhan Karadenîz jî di nava salan de terkî qedera xwe hate kirin. Beşekê vê avahiyê di serdema qeyûm de weke cihê arşîvê, Ofîsa Pêwendîdanînê ya Veguherîna Bajar a Taxên Dîcle-Ferîtkoşkê û depo hate bikaranîn. 
 
Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştgiriyê li ser fermana Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê dest bi xebatên sererastkirina avahiya behsa xeberê kir. Piştî temambûna xebatan jî dê ev avahî ji bo xizmeta xebatên çand û hunerê bê bikaranîn.