Sînemager li dijî sansûra “Kanûn Hukmu” bang kirin

img
STENBOL  - Sînemagerên bertek nîşanî biryara qedexekirina nîşandana belgefîlma Nejla Demîrcî a bi navê Kanûn Hukmunde ku dê di 19’emîn Mîhrîcana Fîlmên Karkeran de li Enqere û Stenbolê bihatana nîşandan dan û gotin: “Em qedexeyê nas nakin.”
 
Nejla Demîrcî têkoşîna edaletê ya bijîşk Yasemîn Demîrcî û mamoste Engîn Karataş ên bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ji peywirê hatine îxrackirin, bi navê “Kanûn Hukmu” kire belgefîlm. Nîşandana belgefîlma Demîrciyê ya 19’emîn Mihrîcana Fîlmên Karkeran a li Enqereyê di 2’yê gulanê de ji hêla Qeymeqamtiya Çankayayê hate qedexekirin. Nîşandana 3’yê gulanê ya Stenbolê jî ji hêla Qeymeqamtiya Beyoglûyê hate qedexekirin.  
 
Sînemager, komeleyên sînemayê û mihrîcanên serbixwe têkildarî biryara qedexekirina belgefîlmê daxuyaniyekî nivîskî dan. 
 
LI DIJÎ SANSURÊ BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku biryara hatiye dayîn bê hiqûqiye û sinemager diyar kirin ku ew ê biryarê nas nekin û ev tişt gotin: “Nîşandana fîlm, gotûbêj û panela bi navê ‘Di Mihrîcanan de Sansûr’ wek fiîlî hatiye astengkirin. Em bi tu awayî vê sansûrê û astengkirinê qebûl nakin û bang li her hesê dikin ku li dijî vê sansûrê deng derbixin.” 
 
ÎMZEVANÊN DAXUYANIYÊ
 
Komeleya Sînemayê ya Akhîsarê, Komeleya Sînemayê ya Jêrnivîsê, Yekitiya Pîşeyî ya Xwediyên Berhemên Sînemayê ya BSB’ê, Sendîkaya Kedkarên Sînemayê ya DÎSK’ê (DÎSK-Sînesan) Navenda Lêkolînên Belgefîlmên a docİstanbul, Documantarîst, Rojên Belgefîlman ên Stenbolê, Kuirfest a Pempe Hayatê, Kolektîfa Vîdeo-Çalakî ya Seyrî Sokakê, Sendîkaya Sînema TV’yê, Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî, Kovara Fîlma Nû û gelek sînemager.