Leşkerên îsraîlî li pêşiya Deriyê Sînor ê Refahê ne

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat îdiakirin ku Îsraîlê Deriyê Sînor ê Refahê ku ber bi Misirê ve vedibe, xist bin kontrola xwe. 
 
Hat îdiakirin ku hêzên Îsraîlê, Deriyê Sînor ê Refahê ku ji Şirîda Xezeyê ber bi Misirê ve vedibe, xist bin kontrola xwe. Radyoya Artêşa Îsraîlê got ku dê daxuyaniya fermî di demekî nêz de were kirin. 
 
Berdevkê Îdareya Sînor ê Xezeyê jî ji Reutersê re got ku tankên Îsraîlê li Deriyê Sînor ê Refahê hatine bicihkirin, sînor hatiye girtin û destûr nayê dayîn alîkarî derbas bibin. 
 
Ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFA'yê jî ragihand ku leşkerên Îsraîlê 200 metreyan nêzî deriyê sînor bicih bûne û hinek herêm bi rokêtan hedef girtine.