Misirê êrişa Îsraîlê şermezar kir

img
ENQERE - Misirê ji ber êrişa li dijî aliyê Deriyê Sînor ê Refahê yê Xezeyê, Îsraîl şermezar kir. 
 
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFA’yê; Wezareta Karên Derve ya Misirê ji ber êrişa li dijî aliyê Deriyê Sînor ê Refahê yê Filistînê, dewleta Îsraîlê şermezar kir. Wezaretê di daxuyaniyê de diyar kir ku ji ber vê êrişê gefeke mezin li ser jiyana zêdetirî milyonek kesan çêbûye. 
 
Wezaretê bang li aliyên navneteweyî kir ku ji bo bidawîkirina krîza heyî lez bidin hewldanên dîplomatîk û zextê li Îsraîlê bikin.