Di êrişên Îsraîlê de 7 sivîlên din jî hatin qetilkirin

img
ENQERE - Êrişên Îsraîlê yên li dijî filistîniyan didomin. Di êrişan de zarok jî di nav de 7 sivîlên din jî hatin qetilkirin. 
 
Êrişên artêşa tirk ên li dijî Filistînê berdewam dikin. Rayedarekî payebilind ê Amerîkayê diyar kir ku sewqiyata cebilxaneyê ya ji bo Îsraîlê ji ber îhtîmala êrişa li ser deriyê sînor ê Refahê hatiye rawestandin. Rayedarê ji CBS Newsê re axivî, da zanîn ku şandina 3 hezar û 500 bombeyan rawestandine. Rêveberiya Qesra Spî beriya niha jî aşkere kiribû ku li dijî êrişa bejahî ya Îsraîlê ya li dijî Refaha başûrê Xezayê ne. 
 
7 KES HATIN QETILKIRIN 
 
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFA’yê jî di êrişa Îsraîlê ya li dijî taxa El Zeytûn a rojhilatê Xezayê de zarok jî di nav de 7 filistînî hatine qetilkirin û gelek jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku tîmên rizgarkirinê sivîlên hatine qetilkirin û birîndarkirin birin Nexweşxaneya Baptîst a li Bajarê Xezayê.