Li Sîngapûrê balafira şer a F-16 ket

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sîngapûrê balafira şer a F-16 di dema rabûnê de ji ber pirsgirêkeke derket holê ket xwarê. 
 
Wezareta Parastinê ya Sîngapûrê, ragihand ku balafireke şer a aydê Hêzên Hewayî yên Sîngapûrê di dema rabûnê de ket xwarê. Hate diyarkirin ku pîlotê balafira ku li Balafirgeha Tengahê ketiye xwarê, bi rêbaza firandina koltuxî xelas bûye.