Li ‘Biaxive, tu ji ku yî’ doz hate vekirin: Bikaranîna deng hatiya astengkirin!

  • rojane
  • 10:42 25 Hezîran 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Derheqê Suleyman Salgucak de ku di roja hilbijartinê de li dijî leşkerên veguhestî yên Şirnexê bi gotina “Biaxive, tu ji ku yî?” bertek nîşan dabû, bi îdiaya “Nehiştine hilbijêr biçe ser sindoqê” doz hate vekirin. 
 
Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de bi hezaran polîs û leşkerên veguhestî li Dibistana Seretayî û Navîn a Tumgeneral Omer Keçecîgîl a Şirnexê deng dan. Welatiyê bi navê Suleyman Salgucak (61) jî bi gotina “Biaxive, tu ji ku yî?” bertek nîşan dabû. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê derheqê Salgucak, Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Şirnexê Abdullah Gungen û Tufan Ertaş de îdianame amade kir. 
 
Dadgeha Cezayên Giştî ya Şirnexê îdianame qebûl kir. Di îdianameya ji 3 rûpelan pêk tê de ji bo her sê kesan îdiaya “Bi rêya gefxwarin/tundiyê nehiştin hilbijêr bikevin qada sindoqê û dengê xwe bidin” hate kirin. Di îdianameyê de îfadeyên her sê kesan jî cih girtin û gotina “Biaxive, tu ji ku yî?” weke delîl hate nîşandan. 
 
Balkêş e ku gotina Salgucak a “Biaxive, tu ji ku yî?” di îdianameyê de weke “Polîs tu ji ku yî, polîs tu ji ku yî, biaxive, tu ji ku yî?” hatiye nivîsandin.  
 
DELÎL: BIAXIVE, TU JI KU YÎ?
 
Di îdianameyê de hat gotin ku lêpirsîn piştî berteka Salgucak hatiye destpêkirin. Di îdianameyê de cih dan gotinên kesên din jî. Di îdianameyê de wiha hate gotin: “ (...) di heman vîdeoyê de Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen ji kesên dê biçûna dengê xwe bidin re got; ‘hûn kole ne, hûn tevek kole ne’, kesekê di nava qelebalixiyê de jî ji kesên dê biçûna dengê xwe bidin re got ‘Hûn diz in, hûn diz in, hûn bêrûmet in, hûn bêheysiyet in’ (...)” 
 
SALGUCAK: MIN TENÊ JÊ PIRSÎ
 
Di îdianameyê de hat gotin ku Salgucak di 19’ê nîsanê de îfade daye. Di îfadeya xwe de Salgucak wiha got: “Di demên berê de min her tim dengê xwe li wê dibistanê dida. Min digot qey heman dibistan e û bi tena serê xwe çûm wir. Lê peywirdarên li wir ji min re gotin ku ez xelet hatime û divê li Dibistana Gazîpaşayê dengê xwe bidim. Kesekê min nas nedikir ji min re got ku piraniya kesên li vir dengê xwe didin biyanî ne û ji derve anîne. Lê belê ez kesê ev gotin kirî nas nakim û nayê bîra min. Gotin ku tu kesên li vir deng didin Şirnexî nînin. Dema ez ê ji dibistanê derbiketima û biçûma dengê xwe bidim, ji otobûsa nêz3ı 50 metreyan dûrî dibistanê leşkerek paya bû. Jê re hate gotin ku bibin rêz û wisa biçin dengê xwe bidin. Bi vê yekê min fêm kir ku ew kesên sivîl leşker in. Ji ber vê sedemê min jê re got ‘Biaxive, tu ji ku yî?’ Plakaya otobûsa wan ne ya Şirnexê bû. Min got ev leşker ji derveyî bajar ji bo dengdayînê anîne lewma min wisa jê re got. Ez kesên bi min re li ber derî nas nakim. Min çêr li kesên hatin deng dayîn nekirin, min heqaret lê nekir, kevir neavêtin, min tenê pirsek jê kir.” 
 
GUNGEN: ÎRADEYA GEL HATE XESPKIRIN
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen jî di îfadeya xwe de got ku gotinên hatine kirin aydê wî ne. Gungen, wiha got: “Dema çûm dibistanê min ji kesekî ferman negirt û ferman nedaye tu kesekî jî. Min tu kes araste nekiriye û kesekî jî ez arasteyî wir nekirim. Fikrekî min a astengkirina dengdayîna kesên li Dibistana Navîn a Tuggeneral Omer Keçecîgîl tune ye. Armancekî min a heqaretê li kesên pêşiya dibistanê bikim tune ye. Tenê min bertek nîşanî kesên bi otobûs û mînîbusan weke hilbijêrên rojane anîn wir heye. Têkildarî vê mijarê hem bi awayekî şexsî hem jî weke partiyê me serlêdana sûc kir. Ez hêj jî li ser wê fikra xwe me ku bi van rêbazan û bi rêya hilbijêrên veguhestî îradeya gel hatiye xespkirin. Berteka min a li wir ne li dijî şexsan, li dijî xespkirina vînê ye.” 
 
DAXWAZA CEZAKIRINÊ
 
Dozger jî xwest her sê kes bi îdiaya “Bi rêya gefxwarin/tundiyê nehiştine hilbijêr biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin” bên cezakirin. Danişîna ewil a dozê dê di 8’ê cotmehê de li Dadgeha Cezayên Giştî ya Şirnexê bê lidarxistin. 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

17:09 Jinên femînîst li Geverê ne: Em ji qeyûman re dibêjin na
16:23 Zaroka ku ji ber germa zêde kete avê xeniqî
16:08 Ji bo girtiyên nexweş Nebîoglû û Yildirim bang hate kirin
16:05 Onder di çalakiyan mexdûrên erdhejê de ye: Divê berpirsyar hesabê bidin
15:36 Faîlên Mîhyaz û Aslan hatin pirsîn
15:32 Konseya Bajêr a Amedê piştî 8 salan cara ewil civiya
15:04 Li Girêşiyê şewat derket
14:25 Tûncel: Weke jin divê em li dijî qeyûman rêyên têkoşînê ava bikin
14:15 Dayikên Şemiyê aqûbetên Aksoy û Cîngoz ên hatine windakirin pirsîn
12:18 Bayindir: Ev meş li dijî dagirkirina Kurdistanê ye
11:39 Prz. Temûr: Cezayên li rojnamegeran birîne ne hiqûqî ne lê siyasî ne
11:34 Dewleta tirk gundekî Dihokê topbaran kir: Gelek xaniyan zerar dît
11:19 Cîgirê Serokê Ocaxên Ulkuyan gef li rojnamevanan xwar
11:09 Meş di roja 7’emîn de ye: Bila kes ji qeyûman re bêdeng nebe
11:03 Malbatên windakiriyan Vedat Aydin bi bîr anîn: Em faîlan nas dikin
10:40 Penaberên Li Dîlokê: Em naxwazin bibin berxê nav devê gur
10:38 Li Bilêxşê dorpêç: Gundî li mizgeftê komkirin bi ser malan de digirin
10:23 Gel bertek nîşanî gotina nijadperest a stranbêj Benguyê da
10:13 Ji Mala Dengbêjan re eleqeyeke mezin
10:06 HDK’ê ji bo karkeran ‘Bernameya Dibistana Havînê’ da destpêkirin
09:45 Li Wanê bi hezaran kes serî li kursên şaredariyan dan
09:24 Biryara dadgehê: Seta pirtûkan a Abdullah Ocalan ne sûc e
09:23 Cotkar bifikar e: Min xanî û wesayît firot, dor hate troktorê!
09:22 Demîrhanê ku Hîlal Kar qetil kir 14 roj in nehatiye girtin
09:01 Meşvanên jin: Qeyûm, hedefgirtina destkeftiyên jinan e
09:00 6'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:40 Li Îranê di hilbijartinê de reformîst Pezeşkiyan bi ser ket
05/07/2024
22:20 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' gihaşt Elbakê
21:17 Ji ber AKP'ê bang kirin: Dawî li bêhiqûqîtiyê bînin
19:05 Li ser rêya Xarpêt-Amedê du cenaze hatin dîtin
19:02 Ji ÎHD'ê ji bo penaberan banga 'dengderxistinê'
17:01 Di danişîna Gun de daxwaza girtina cerdevanan nehate qebûlkirin
16:00 ÎHD’ê bertek nîşanî êrişa nijadperest a li dijî penaberan da
15:17 Cerdevanên nexwestine biçin Efrînê îstîfa kirin
14:56 Sersariya dozger û cendirmeyan: Delîla di wesayîtê de hatiye hiştin kesekî jehrî kir
14:52 Ji meşê bang kirin: Heta ku statû û zimanê me bê mîsogerkirin wê berxwedan bidome
14:06 Îşareta ‘Bozkûrtê’ hate cezakirin
13:24 Emîn Soyal ê di 78 saliya xwe de ketiye girtîgehê, jiyana xwe ji dest da
12:59 Li ber edliyeyê gazî kirin: Bila Mehmet Demîrhan ê faîl bê dîtin
12:58 Xizmeta Şaredariya Sêrtê: 4 cure 100 lîre ye
12:34 Daxwaza ji nû ve darizandinê ya Kavala hate redkirin
12:14 OHD’ê ji bo têcrîd ‘di cih de bê lêkolînkirin’ serî li Baroya Semsûrê da
12:03 Dewleta tirk gelek wesayîtên zirxî şand Herêma Federe ya Kurdistanê
12:01 Roja 6’emîn a meşê: Dê qeyûm têk biçin û têkoşîna azadiyê bi ser bikeve
11:52 Konseya Ewropayê piştî 3 salan dê biryara ‘binpêkirinê’ ya têkildarî Abdullah Ocalan nîqaş bike
11:49 Keleka penaberan noqî avê bû: 89 kes mirin
11:48 Malbatan û wasî ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 DEM Partî dê kampanyaya ‘Nan û Edalet’ bide destpêkirin
10:31 Ekonomîst Onder: Ne pêkane ku bi van polîtîkayan ji krîzê derkevin
10:12 Faîlê Hîlal Kar ev 13 roj in nehatiye girtin!
10:09 Li heremên dagirkirî di hezîranê de 18 welatî hatin kuştin
09:59 Şirketa Nasiroglû yê AKP’yî cezayê ‘gaza qaçax’ li nivîskar birî
09:52 Tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî Çetîn nehat tehliyekirin
09:06 Pirtûkfiroş: Ji ber krîz aborî rêjeya xwendina pirtûkan kêm dibe!
09:04 'Êrişên li dijî penaberan sûcê li dijî mirovahiyê ye'
09:04 Di hilbijartinên Ingilistanê de Partiya Karkeran bi ser ket
09:03 Meşvan di rê de ne: Em ê polîtîkayên tecrîdê û qeyûm têk bibin
09:02 Çêkirina nexweşxaneya bajar a Şirnexê di 28 mehan de tenê yek qat hate çêkirin
09:00 Hevalên girtiyê ku jiyana xwe ji dest da: Ji ber nedermankirinê jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Li Îranê tûra hilbijartinê ya duyemîn dest pê kir
04/07/2024
22:49 Nobeda li Stenbolê didome: Em ê bi ser bikevin
21:43 Ji meşvanên ‘Meşa Rêzgirtina li Vînê' xeleka mirovahiyê
19:12 Tûncel: Em ê wêrekiyê xurt bikin
17:55 Li Çiyayê Cûdiyê şewat
16:44 Li Sîlîvriyê 250 girtî ji ber xwarinê jehrî bûn
16:43 OHD’ê ji bo tecrîdê serî li Baroya Îzmîrê da
16:09 Artêşa tirk gundê Dihokê topbaran kir: Gundiyan banga alîkariyê kirin
15:50 Rapora girtîgehên herêmên Serhed û Behra Reş e: Girtî di tecrîdê de ne
15:38 Almanyayê bangî sefîrê Tirkiyeyê kir
15:35 Meşvanên ‘Rêzgirtina ji îradeyê re’: Bila tayînkirinên qeyûman û tecrîd bên rakirin
15:02 Li Amedê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:00 Bertek nîşanî binçavkirina du parêzan dan
14:45 Doza tezmînatê ya Fîncanciyê hate taloqkirin
14:34 Cezayên li rojnamevanên kurd hatin birîn di rojeva Meclisê de ne
14:26 Li Reqayê êrişa DAIŞ'ê : Şivanek hat kuştin yek jî winda ye
14:14 Cezayê li 8 rojnamegeran hatine birîn dê li 3 bajaran werin protestokirin
13:51 Girtî: Mafê me yê dermankirinê tê astengkirin, em di bin şertên nebaş de ne
12:44 Li ser rêya Amed- Êlihê qeza çêbû: Yek jê zarok 14 kes birîndar bûn
12:10 Îdianameya der barê kuştina rêveberê DEM Partiyê de hat amadekirin
12:10 ‘Meşa rêzgirtina ji vînê re’ bi sirûdan didome
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Laura Castel: Li Guatemalayê jî rejîmekî wiha ya tecrîdê nehatiye dîtin
10:17 Artêşa tirk sewqiyata tankan a li Herêma Kurdistanê didomîne
10:09 MKG’ê rapora meha hezîranê eşkere kir: 7 rojnameger girtî ne
09:47 Ji avakirina komarê heta niha nîjadperestî qet neguherî
09:44 Hevşaredara Farqînê Bîçîcî: Me li cihên girîng jin anîn rêveberiyê
09:41 Tekçe: Em ê li dijî polîtîkayên qeyûm heta dawiyê li ber xwe bidin
09:39 Welatiyan krîza aborî nirxand: Divê desthilatdarî biguhere
09:02 Berteka li dijî cezayên li rojnamevanan hat birîn: Tevgereke hevpar divê
09:02 Li Girtîgeha Kiriklarê hinceta hucreya yekkesî: Dosye ne giran e, em nikarin wî têxin qawîşa siyasiyan
09:01 Derket holê ku otêla sercerdevan Atak qaçax e
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2024'AN
03/07/2024
22:58 Nobeta li dijî desteserkirina vînê di roja 26’emîn de ye
21:49 Roja ewil ya 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' bi dawî bû: Colemêrg ya me ye
21:13 RTUK'ê lîsansa Radyoya Açikê betal kir
20:27 Çalakiya li Cenevreyê di hefteya 42'yemîn de ye: Em ê li qadan bin
16:39 DEM Partiyê bi bihayê kirêyan TUÎK derewand
16:37 Guzel ê 31 sal in dihat ragirtin bi awayekî bicoş hate pêşwazîkirin
16:37 Li Îzmîrê şewat li daristanê ket