KON-MED dê li dijî tecrîdê li Almanyayê çalakiyên girseyî pêş bixin

  • cîhan
  • 09:07 27 Tîrmeh 2024
  • |
img
AMED – Berdevkê Karên Derve yê Almanya yê KON-MED'ê Zana Serhed, diyar kir ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, dê li Almanyayê çalakiyên girseyî pêk bînin.
 
Tecrîda girankirî ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê sepandin, 41 meh in didome. 41 meh in bi tu awayî agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên li gel wî Omer Hayrî Konar, Veysi Aktaş û Hamili Yildirim nayên girtin. Hiqûqnas destnîşan dikin ku hikûmet û rayedarên dewletê bi boneya tecrîdê rewa bikin, bi awayekî dij hiqûqî cezayê hucreyê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibirin û mafê wî yê heviyê binpê dikin. Li aliyê din ji bo tecrîd bi dawî bibe, li seranserî welatên cîhanê di pêşengiya dostên kurdan de hamleya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserya siyasî" didome. Heta niha gelek çalakiyên girseyî li Ewropayê hatin lidarxistin. Dîsa meşên dirêj li welatên Ewropa û Tirkiyeyê hatin lidarxistin. Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi rê û rêbazên cuda berdewam dikin. Di çarçoveya hamleya hatiye destpêkirin de kurd, Kurdistanî û dostên kurdan dê di 17'ê tebaxê de li Hamburg, Berlin Hannover û Stuttgartê hemwext çalakiyan pêk bînin. Dîsa dê di 2'ê mijdarê de li Kolnê mîtîngekê pêk bînin. Di navbera 1-10'ê Cotmehê de jî dê çalakiyên cuda pêk bînin. 
 
Têkildarî çalakiyên ku li Ewropa pêş bixin Berdevkê Karên Derve yê Almanyayê yê KON-MED'ê Zana Serhat agahî dan. Zana Serhat anî ziman ku bi boneya dengê Rêber Ocalan negêje civakê tecrîdê pêş dixin û wiha got: "Rêber Ocalan nêzî 50 sal in mafê gelê kurd diparêze. ji bo kurd bibin xwedî heq û hiqûq têdikoşe. Beriya Rêber Ocalan gelê kurd dihat înkarkirin. Gelê kurd bi têkoşîna Rêber Ocalan dîsa bûn xwedî nav û deng. Bûn xwedî nasname. Eger îro kurd li cîhanê tên nasîn û qebûlkirin, ev bi xêra Rêber Abdullah Ocalan e." 
 
'FELSEFEYA Wî SERKEFTIN ANî'
 
Serhat destnîşan kir ku tecrîd di şexsê Rêber Ocalan de li ser hemû gelên Rojhilata Navîn Tê meşandin û wiha axivî: "Paradigmaya ku Rêber Ocalan pêş xistiye, dihêle ku hemû gelên Rojhilata Navîn di nava aştî û aramiyê de bijî. Kurdên li Rojava (Sûriyeyê) bi fikr û felsefeya Ocalan xwe bi rêxistin kirin û serkeftin bi dest xistin. Kurdên li Rojava bi fikra Rêber Ocalan DAIŞ têk birin. Gelê Rojhilata Navîn dizane ku fikrên Ocalan dê li Rojhilata Navîn serkeftignê bîne. Eger tecrîd bi dawî bibe dê ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn serkeftinê bîne." 
 
'DVE FELSEFEYA Wî LI HER DERE BIJî 
 
Serhad, da zanîn ku felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan êdî li her derê bala mirovan dikişîne û ji ber vê yekê dostên kurdan li dijî tecrîda Îmraliyê di 10'ê cotmeha 2023'an de li tevahiya cîhanê bi awayekî kurevî hamleya "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re azadî" dane destpêkirin û wiha axivî: "Tecrîda li Îmraliyê li dijî sinc û rûmeta mirovahiyê ye. Em ê li dijî tecrîdê qada têkoşînê mezintir bikin. îro hemû kesên fikr û felsefeya Rêber Ocalan nas kirine tev li hamleyê dibin û hamleyê bi Rêve dibin. Em dixwazin fikr û felsefeya Rêber Ocalan li her derê bidin jiyandin. Ji ber ku meseleya tecrîdê êdî meseleyek navdewletdî ye. Em ê bi zêdekirina cureyên çalakiyan encamê bigirin. 
 
'ÇALAKî DE BIDOMIN
 
Serhat Zana bibîr xist ku ji bo polîtikayên tecrîdê teşîr bikin dê ji Serokkomarê Almanyayê Serokwezîgrê Almanyayê û Wezîrê Karên Derve re nameyan bişînin û wiha bi dawî kir: "Em ê di van nameyan de hem êrîşên li ser Başûr bibîr bixin, hem jî rewşa tecrîdê bibîr bixin. Em ê li gelek navendên Almanyayê mîtîngan pêk bînin. Em ê di 17'ê Tebaxê de li Hamburg, Berlin Hannover û Stuttgartê çalakiyan pêk bînin. Em ê di van çalakiyan de polîtîkayên tecrîdê teşîr bikin. Em ê di navbera 1-10'ê Cotmehê de jî li gelek navendan bê navber çalakiyan pêk bînin. Em ê di 10'ê Cotmehê de biryara boykotê bistînin. Dê di 10'ê Cotmehê de tu kes neçin kar û neçin dibistanan. Em ê di 2'ê mijdarê de li Kolnêmeşek girseyî pêk bînin. Rêber Ocalan di şertê tecrîda giran de dijî. Divê bi awayekî fizikî azad bibe. Heta ku Rêber Ocalan azad nebe, tu kes azad nabe." 
 
MA / Delal Akyuz 
 
 

Sernavên din

07/09/2024
22:16 Berxwedana Şenyaşarê ya li meclîsê didome
22:14 Topçû piştî 30 salan hat berdan
19:04 Sempozyûma çandiniyê: Pergala Rojavayê li dijî dagirkeriyê modela hêviyê ye
16:47 DEM Partiyê serdana malbata Reşît Kîbar ê hate qetilkirin kir
16:37 Li Îranê 23 jin hatin qetilkirin
16:19 ‘Di çarçoveya mêtîngeriyê de polîtîkayên çandiniyê yên li Kurdistanê’ hatin nîqaşkirin
15:07 Banga berdana girtiyên nexweş Ruzgar, Yildiz û Kuday hat kirin
14:48 Di Tunela Kopê de hezaz çêbû: Karkerek mir
14:37 Bi Torosê û remza JÎTEM’ê gefxwarin!
14:25 Dayikên Şemiyê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn
14:00 'Felsefeya birêz Ocalan ji bo hemû gelan bû hêvî’
13:58 Malbatên windakiriyan ji bo Sîncar, Çelîk û Aygol daxwaza edaletê kirin | HATE NÛKIRIN
13:20 Narîn Guran a 8 salî 18 roj in nehatiye dîtin
13:10 Temellî: Hînterlanda kedxwariya kapîtalîzmê êdî Kurdistan e
13:03 Navenda Ciwanan a Rezanê vebû
12:01 Li Cizîrê şer derket: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
11:40 DBP dê komxebata ‘Azadî bi rêxistinbûnê dest pê dike’ li dar bixe
10:37 NY’ê ji Tirkiyeyê ji bo zarokên ku di deriyê sînor de hiştine parastin xwest
10:35 Klîba Egrîce ya bi mijara ‘Jin jiyan azadî’ hate weşandin
10:22 Li Bazarcixê bi pileya 5’an erdhej çêbû
10:18 Bertek nîşanî biryara der barê GOÇÎZDER'ê de dan: Ne biryareke hiqûqî ye, siyasî ye
10:00 Li dijî destkeftiyên kurdan peymana 'ewlehiyê'
09:59 Keene: Tirkiye çavkaniyên xwe di şerê li dijî kurdan de xerc dike
09:55 Sempozyûma Çandiniyê: Em ê bi polîtîka alternatîf û têkoşînê bi ser bikevin
09:26 Girtiyê nexweş ê di greva birçîbûnê de: Heya daxwazên min bên qebûlkirin ez ê çalakiya xwe bidomînim
09:10 Di 8 mehan de 22 kes hatin qetilkirin
09:00 ‘Armanca me bi têkoşînê şikandina tecrîdê ye’
09:00 Krîza aborî sergûn jî biha kirin
09:00 Girtiya nexweş a giran Ataş xistin hucreyê
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2024'AN
06/09/2024
20:24 Narîn Guran 17 roj in winda ye: Mînakên DNA’yê yên nû hatin dîtin
20:20 Zarokên kursên kurdî temam kirin belgeyên xwe wergirtin
16:33 Egîtîm Sena Wanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
16:25 Ji DEM Partiyê sempozyuma ‘Di çandinî û xurekê de avakirina pêşerojê’
16:22 Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 16'emîn de berdewam kir
15:36 Der barê rojnamevan Ahmet Kanbal de lêpirsîn hat destpêkirin
15:35 Zaroka ku wesayît lê qelibî bi giranî birîndar bû
14:40 Şahidê înfazên JÎTEM’ê Malgaz jiyana xwe ji dest da
14:35 ‘Hiqûqa heyî jinan naparêz e’
14:14 Pirtûka ‘Rengê Mor a Siyaseta Kurd’ hat qedexekirin
13:47 Rapora binpêkirinên li girtîgehên Samsun û Bafrayê: Tundî, astengkirina tedawî û tehliyeyan
13:23 Li ber navenda tibê krîza dil lêda lê terkî mirinê hat kirin
13:20 Dê ‘Çîrokên Muzîkal’ li Wanê bê pêşandan
13:03 Platforma Zimanê Kurdî: Heta kurdî dibe zimanê fermî dê têkoşîna me bidome
12:24 CHP'ê rexne kir: Di warê muxalefetê de ne li cihekî rast e
12:23 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:18 Atolyeya Ustabaş ê Kîbar qetil kiribû hate şewitandin
12:17 Li Efrînê 4 welatî hatin revandin
11:41 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya 6-7’ê Îlonê bi bîr anî
11:31 DEM Partî: Li Tirkiyeyê ji her çar zarokan yek birçî diçe dibistanê
11:14 Çeteleya tundiyê ya meha tebaxê: 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin
11:04 ‘Sedema qetilkirina sivîlan bêdengiya Iraq û hikûmeta herêmê ye’
11:04 Şîrketa parlamenterê AKP’î di 11 salan de bi bihayê 7 mîlyar lîreyan îhale girt
10:46 DFG’ê û MKG’ê Roja Çapemeniya Azad pîroz kir: Em ê têkoşîna birûmet bidomînin
10:25 Şahidê Pogroma 6-7’ê Îlonê: Bi destê dewletê hate kirin
10:13 Gora kurê xwe yê 6 sal in hatiye darvekirin digere: Ruhê wî di laşê min de dijî
09:46 YNK: Bêdengiya rêveberiyên Irak û herêmê êrişan rewa dike
09:45 Temellî: Heta demokrasî nebe aborî baş nabe
09:44 KE, DMME û CPT bersiv da nameyên li ser tecrîdkirina Ocalan
09:43 Bajarokê Dêrgulê 4 meh in bê av hatiye hiştin?
09:42 Amadekariyên panela 'Şer û Çareseriyê' didomin: Em bi hev re pirsgirêkan çareser bikin
09:09 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 900 hezar zarokan dest bi perwerdehiya bi zimanê zikmakî kirin
09:00 Mamosteyê kurdî Acar: Divê perwerde bi zimanê zikmakî be
09:00 Li Deşta Bazîkê berhemên cotkaran li nav zeviyan man
09:00 Dayika Cemîle Çagirga: Hezar sal jî derbas bibe em wê sarincê ji bîr nakin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2024'AN
05/09/2024
21:27 Kanitê ku piştî 30 salan hat berdan bi meşaleyan hat pêşwazîkirin
21:24 Li Wanê şahiya zarokan
18:15 Hewldana Edeletê ya li Dijî Tecrîdê: Em Tirkiyeyê vedixwînin edeletê
16:43 OHD çû serdana kedkarên Çapemeniya Azad
16:31 Qeymeqamê Çiwartayê: Yek jê zarok 3 sivîl li Şarbajarê hatin qetilkirin
16:28 MÎT’ê li Efrînê 3 welatî revand
16:16 Şîna Guzel û Kartal bi girseyî hate ziyaretkirin - HATE NÛKIRIN
15:53 Wekîlê CHP’î ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşar kir
15:41 Rapora hilbijêrên kurd: Performansa DEM Partiyê serkeftî ye
15:38 Danişîna doza Akin û Sarisozen hate taloqkirin
15:32 Serokwezîrê nû yê Fransayê bû Barnier
15:28 Li Şarbajêr êrişa bi SÎHA’yê: 3 kes hatin qetilkirin
15:27 Kesên bi SÎHA’yan hatine qetilkirin hatin veşartin: Bêdengî sûc e
15:27 Li Hezexê di şerê ku derketî de zarokekî jiyana xwe ji dest da
15:09 Li dijî girtinan bertek: Hûn nikarin ciwanan bêdeng bikin
14:46 OHD’ê ji bo berdana girtiyê nexweş Kuday bang kir
14:39 Li Behraspî keştiya ku penaber tê de bûn noqî avê bû
13:57 ‘Divê Zindana Amedê bibe Muzeya Bîrê’
12:54 Wesayîta ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir: Zarokek mir
12:47 Li Omeryanê liv û tevgera helîkopteran
12:31 Ji bo girtiyê nexweş Kûday serî li AYM’ê û wezaretê hate dayîn
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:31 Di doza parêzer Arta de dozger xwest cezayê hefsê were dayin
11:20 DBP’ê ji bo Taner Şîrp daxuyanî da: Endamê partiya me nîne
11:05 Tevgera Azadî: “Divê kurd li dijî êrişên SÎHA’yan bêdeng nemînin
11:04 Xebatên lêgerînê yên ji bo Narînê didomin: 12 deqeyên winda tên lêkolînkirin
11:03 Rojnamevan Guleş beraet kir
10:41 Li Îranê rojnamegerekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:12 Li komeke cigarê zem hate kirin
10:11 Dermana ji bo dermankirina tiryakkêşan tê bikaranîn nayê peydakirin
09:50 Karkera çandiniyê: Li dijî zehmetiyan ne rev, têkoşîn divê
09:35 Yaklav a berdana wê 5 caran hat taloqkirin: Gava tu kurd bî û polîtîk bî tu nebaş î
09:11 Aktivîsta efxanistanî: Berxwedana jinên kurd ji bo me bû ronahî
09:10 Îmzeyên kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re’ ji 14 saziyan re hatin şandin