MKG: Di meha nîsanê de 10 rojnameger hatin binçavkirin

  • jin
  • 11:58 7 Gulan 2024
  • |
img

AMED - MKG’ê rapora xwe ya binpêkirinan a meha nîsanê eşkere kir. MKG’ê da zanîn ku di meha nîsanê de 10 rojnameger hatin binçavkirin û darizandina 24 rojnamegeran jî domiya. 

 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya binpêkirina mafên rojnamegeran a meha nîsanê eşkere kir. 
 
‘ROJNAMEGERÎ SÛC NÎNE’ 
 
Li gor rapora MKG'ê di meha nîsanê de 7 jinên rojnameger girtî ne. MKG'ê di rapora xwe de diyar kir ku rojnamegerî ne sûc e û wiha got: “Em wekî MKG’ê bang li îktidarê dikin; ji bo Tirkiye bibe welatekî demokratîk û ji bo pirsgirêk çareser bibin divê hemû astengiyên li pêşiya azadiya ramanê û çapemeniyê rabin û rojnamegerî neyê darizandin."
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Rojnamegerên ku nûçeyên alîgiriya îktidarê dikin çênakên, ajansên nûçeyan, rojname dibin hedef. AKP ya ku şoka hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê hîn ji ser xwe neavêtiye, wekî berî hilbijartinê piştî hilbijartinê jî zex û êrişên li ser çapameniya azad dewam kir.
 
Meha nîsanê jî bi operasyonên binçavkirin û girtina rojnamegeran derbas bû. Di meha nîsanê de jî nûçeyên ku rojnameger çêdikên wekî hincet hatin nîşandan û rojnameger derketin pêşberî dadger.
 
Mînaka herî dawî ya îktidara rojnamegeriyê wekî sûc dibîne binçavkirin û girtinên li Enqere, Stenbol û Rihayê ye. Di 23’yê Nîsanê de navenda wê Stenbol, li Enqere, Stenbol û Rihayê bi ser malan de hat girtin û 9 rojnameger hatin binçavkirin. 1 jê jin 3 rojnameger bi hinceta nûçeyên çêkirine hatin girtin. Nûçeyên çêkirine wekî sûc hat dîtin.
 
Îktidara rojnamegeran dike bin çavan û digire, dixwaze tirsekê belav bike, di heman demê de mafê girtina nûçeyan a gel xesp dike.  
 
Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bang li îktidarê dikin; Ji bo Tirkiye bibe welatekî demokratîk û ji bo pirsgirêk çareser bibin divê hemû astengiyên li pêşiya azadiya ramanê û çapemeniyê rabin û rojnamegerî neyê darizandin.
 
ROJNAMEGERÎ SÛC NÎNE Û NIKARE BÊ DARIZANDIN
 
Daneyên îstatîk ên rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a Nîsana 2024'an:
 
* Binpêkirina ewlehî û mafê jiyana rojnamegeran
 
Rojnamegerên êriş li wan hatine kirin:  1
 
Rojnamegerên hatine binçavkirin: 10
 
Rojnamegerên hatine girtin:  1
 
Rojnamegerên bi muameleya ne baş rû bi rû mane:  2
 
Rojnamegerên gef li wan hatine xwarin:  2
 
Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hatiye astengkirin:  5
 
Binpêkirina mafên rojnamegeran a li girtîgehan:  1
 
* Binpêkirina azadiya ramanê ya rojnamegeran
 
Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatiye vekirin; 
 
Rojnamegerên derbarê wan de doz hatine vekirin (yên beraet kirine):  2
 
Rojnamegerên hatine cezakirin: 
 
Rojnamegerên darizandina wan dewam dike: 24
 
Hejmara jinên rojnamegerên girtî  (Ji 1’ê nîsana 2024’an ve): 7
 
ROJNAMEGERÊN GIRTÎ
 
Rojnamegerên niha girtî ev in: 
 
* Derya Ren - JINNEWS
 
* Esra Solîn Dal - Ajansa Mezopotamyayê (MA)
 
* Elîf Ersoy - Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê
 
* Hatice Duman - Midûra Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê
 
* Ozlem Seyhan - Rojnameger
 
* Tulay Canpolat - Nûçegihana Rojnameya Sabah a Enqereyê
 
* Selamet Turan - Rojnameger "