Partîzan û YDG’ê ji bo girtiyên 1’ê Gulanê bang kir

img
STENBOL - Endamên Partîzan û YDG’ê xwest girtiyên 1’ê Gulanê bên berdan û banga xwedîderketinê li gel kirin. 
 
Endamên Partîzan û Ciwanên Demokrat ên Nû (YDG) têkildarî kesên piştî 1’ê Gulanê hatin binçavkirin û girtin, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankartên “Girtiyên 1’ê Gulanê berdin”, “Taksîm a gel e” û “Parastina Filistîn û Kaypakkaya sûc nîne” hatin hilgirtin. Daxuyanî ji hêla endamê Partîzanê Nesîmî Aktaş ve hat xwendin. 
 
Aktaş, got ku êriş û girtinên hatine kirin derhiqûqî ne. Aktaş, da zanîn ku di encama serdegirtinên piştî 1’ê Gulanê de zêdetirî 250 kes hatine binçavkirin û ji wan 49 jê hatine girtin. Aktaş, diyar kir ku dê têkoşîna xwe bidomînin û van êrişan vala derxînin. Bi domdarî Aktaş got ku hevalên wan di dema girtin û binçavkirinê de rastî îşkenceyê hatine, xwest tevek bên berdan û banga xwedîderketinê li raya giştî kir.