YNK’ê biryara Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê red kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - YNK’ê ragihand ku ew biryara taloqkirina hilbijartinê ya Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê qebûl nakin. 
 
Çapemeniya YNK’ê ragihand ku Navenda Karûbarên Hiqûqî ya YNK’ê biryara taloqkirina hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Serbixwe ya Iraqê red dike. 
 
Her wiha hat diyarkirin ku têkildarî vê biryarê jî belavkirina hejmara kursiyên parlamentoyê yên ji herêmên hilbijartinê re weke hincet hate nîşandan û hate destnîşankirin ku biryar nakeve di çarçoveya hemû pêvajoya hilbijartinê de.