Ji bo nexweşê SMA’yê Mîrzayê16 mehî banga alîkariyê hat kirin

AMED - Malbata nexweşê SMA’yê Mîrzayê 16 mehî ji bo alîkariya dermanan ku bihayê wan 58 milyon û 722 hezar û 761 TL ye, banga alîkariyê kir. 
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê hejmara zarokên ku teşhîsa Spinal Muskuler Atrofî (SMA) lê tê kirin her ku diçe zêdetir dibe. Dermanên ji bo tedawiyê gelek biha ne û ji ber ku rayedarên fermî ji bo alîkariyê nakevin nava hewldanan, malbat neçar dimînin ku kampanyayên alîkariyê bidin destpêkirin. Yek ji van malbatan jî malbata Yurur a li Amedê dijî ye. 
 
 
 
Ji bo pitikê 16 mehî Mîrza teşhîsa SMA Tîp-1 hate kirin û ji bo tedawî bibe, hewcehiya wî bi dermanê bi bihayê milyonek û 819 hezar û 500 dolaran anku 58 milyon û 722 hezar û 761 TL’an heye. Bavê Mîrza, Mûrat Yurur karkerê demsalî ye. Yurur, da zanîn ku pitikê wî hêj 20 rojî bû ku teşhîsa SMA’yê hate kirin û dermanên wî li Almanya, DYA û Mîrnişînên Dubaiyê heye. Yurur, got ku ji bo dermanan Dubaiyê jê re teklîfa milyonek û 819 hezar û 500 dolaran kiriye û ev tişt anî ziman: “Ez karkerê demsalî me. Havînê diçim karê avdana pembû, garis û hwd. û debara malbatê dikim. Ma ez ê vî dermanî çawa bikirim? Ji bilî me kesek li malê naxebite. Me kampanyaya alîkariyê da destpêkirin stant danî. Zarokek ji bo li standê binêre navber da dibistana xwe. Em li bendê ne ku alîkarxwaz piştgiriyê bidin me.”