Wesayîtên ku qeyûm bi hejmareke zêde kirê kiribûn hatin vegerandin

img
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 25 wesayîtên ku di dema qeyûm de bi hejmareke zêde kire kiribûn vegerandin û milyonek û 220 hezar lîre teserûf kir. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de di çarçoveya tedbîrên teserûfê de gelek wesayîtên di serdema qeyûm de hatine kirêkirin vegerandin. Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştgiriyê 25 otomobîl û kamyonet li firmaya têkildar vegerandin. Şaredariyê bi vî awayî milyonek û 220 hezar lîre teserûf kir.