Li Rihayê 17 kes hatin berdan

img
RIHA - 17 kesên duh li Rihayê bi serdegirtinên malan hatibûn binçavkirin hatin berdan. 
 
17 kesên ku duh li navenda Rihayê û navçeyên wê  yên Curnê Reş, Hewag û Weranşarê hatibûn binçavkirin hatin berdan. Ji 17 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatibûn binçavkirin, zarokên bi navê M.E.A. û M.A. piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan hatin berdan. 15 kes jî sewqî edliyeyê hatin kirin. 
 
Mûzaffer Akcan, Kemal Çakmak, Nûh Albayrak, Kemal Aslan, Sergen Dogan, Mehmet Emîn Çakmak û Yaşar Korkmaz ên hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên dozgeriyê hatin berdan. Leylan Daghan, Şirîn Aktaş, Bunyamîn Demîr, Huseyîn Arslan, Meyaser Korkmaz, Serhat Îçlek, Îsmaîl Topkan û Azîz Taşkin jî bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê hatin kirin. 
 
8 kesên sewqî girtinê hatin kirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Ji kesên hatibûn binçavkirin pirsên têkildarî tevlibûna daxuyaniyên çapemeniyê, vekirina buroyê ya DEM Partiyê û “Meşa Azadiyê” hate pirsîn.