Bakirhan bertek nîşanî êrişa li Bêrecûkê da: Tu hêz nikarin me ji doza me bikin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî êrişa çekdarî ya li dijî avahiya partiyê ya Bêrecûkê wiha got: “Tu hêz nikarin me ji vê doza me ya mafdar bikin.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal têkildarî êrişa çekdarî ya li dijî avahiya DEM Partiyê ya Bêrecûkê bertek nîşan da. 
 
Bakirhan, li ser platforma X’ê wiha got: “Em li vir bang li dizên îradeyê, bêarên bi rêya bertîlê xwestin endamên meclisê bikişînin cem xwe û belangazên bi gulebarandina rêxistina me dibêjin qey me ditirsînin dikin; hedê xwe bizanin. Tu hêzên bi şev guleyan dibarînin nikarin me ji doza me ya mafdar bikin. Xelkê Bêrecûkê wan kesên van şexsan, van çeteyan diparêzin baş nas dike. Îradeya xelkê Bêrecûkê eşkere ye, dev ji vê bêrêziya li dijî gel berdin.”