ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 27 Tîrmeh 2024
  • |
img
 
* Berdevkê Karên Derve yê Almanya yê KON-MED'ê Zana Serhed, diyar kir ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, dê li Almanyayê çalakiyên girseyî pêk bînin.
 
* Siyasetmedarê DBP’î Mehmet Reşît Înce, îşaret kir ku şer bi gelên Tirkiyeyê dide winda kirin û wiha got: “Divê saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî li dijî vê polîtîkaya dagirkeriyê dengê xwe derxînin.”
 
* Rêveberê MED TUHAD-FED’ê Orhan Işik, bal kişand ku jiyana girtiyên nexweşên diyalîzê di bin rîskê de ye û wiha got: “Divê raya giştî ya cidî bê afirandin û ev nexweş bên dermankirin.”
 
* Li Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Eyşê Şanê qursên gîtar, def, dengbêjî, tembûr, piyano û şanoyê roja duşemê dest pê dikin. Mamosteyê zimanê kurdî yê navendê Halîl Çaki da zanîn ku serlêdanên qursan bênavber bidomin û got: “ Bi beşdarbûna van qursan werin fêrî ziman, çand û hûnera xwe bibin."
 
* Şaredariya Bajarokê Deşta Darê ya ji hêla DEM Partiyê tê birêvebirin bi traktor û maşîneyeke kar, bêyî navber xebatên xwe didomîne. Bi piştevaniya 3 şaredariyan ji 67 malan, pirsgirêka rê ya 58’ê wan hatin çareserkirin. 
 
* Di rapora ÎHD’ê ya têkildarî binpêkirinên mafên girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa L a Çorumê hat gotin ku Meclis TV jî hatiye qedexekirin. 
 
* Evîn Tan destnîşan kir ku bavê wê yê 62 salî ku ev salek e girtî ye, di demên dawî de hişê xwe winda dike, kîlo daye,  ji ber sewqî nexweşxaneyê nakin, nexweşiya wî nayê zanîn û da zanîn ku mafê wî yê dermankirinê tê astengkirin. 
 
* Şahida dawî ya bûyera Geliyê Sefo, Bedîle Demîrbacak ku di dema qetlîamê de 10 salî bû, bal kişand ser zilma dewletê û da zanîn ku leşkerên ku 33 kes qetilkirin, bi zorê ji bo xwe bi jinên gund nan dan patin.
 
* Malbatên windakiriyan û ÎHD dê çalakiyên xwe yên “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” dê li Amedê û Êlihê bidomînin. (11.00) 
 
* 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xweza ya Mûnzûrê dê di roja 3’yemîn de bi aktîvîteyên cûr bi cûr berdewam bike. (11.00-20.00)
 
* Dayikên Şemiyê dê 1009’emîn çalakiya xwe ya ku li Qada Galatasarayê pêk tînin dê li dar bixin. (12.00) 
 
* Şaxa ÎHD’a Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li ber Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyaniyê bide. (13.00) 
 
* Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê 516’emîn çalakiya xwe ya her hefte li dar dixin li ber ÎHD’a Enqereyê pêk bînin. (13.30) 
 
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê 644’emîn a çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku her hefte li dar dixin dê li ber avahiya komeleyê li dar bixe. (13.30) 
 
* * Çalakiyên nobetê yên li dijî xespkirina îradeyê hatine destpêkirin dê li Stenbol, Enqere û Edeneyê bi aktîvîteyên cuda bidomin. (18.00-22.00)