Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû: Li dijî tiryakê tîma xwe ava bike

  • ciwan
  • 09:10 7 Gulan 2024
  • |
SÊRT - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ku li dijî polîtîkayên şerê taybet "Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê" amade dike, banga "li dijî "tiryakê tîma xwe ava bike" kir. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), tûrnûvaya fûtbolê yua ku her sal li dar dixe, wê îsal li ser navê Gulistan Dokû ya ji 5'ê Çileya 2020'an ve winda ye li dar bixe. 
 
Meclisa Ciwanan di 18'ê Nîsanê de daxuyanî de. Serlêdanên tûrnûvayê wê heya 21'ê Gulanê bidomin. Tûrnûva ku di çaçroveya kampanyaya "Li dijî şerê taybet têkonîşek bi heybet" tê lidarxistin, wê bi dirûşmeya "Li dijî polîtîkayên şer: Lêxe" bê lidarxistin. 
 
Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partî ya Sêrtê Pelda Guven û Serhat Dûrmûş têkildarî tûrnûvayêd e axivîn. 
 
Ceyhanê anî ziman ku ew her sal ji bo balê bikişînin ser polîtîkayên şerê taybet tûrnûvayê li dar dixin û got: "Em dixwazin hevalên xwe yên ciwan di vî warî de serwext bikin. Lewma em her sal li ser navê ciwanên hatine windakirin an jî qetilkirin tûrnûvayê li dar dixin. Em dixwazin bi tûrnûvaya xwe li dijî polîtîkayên şerê taybet bibin dengê ciwanan."
 
Ceyhanê bilêv kir ku guherîn ancax bi ciwanan pêkan e û wiha bang kir: "Werin em bi hev re li dijî van polîtîkayên qirêj rabin." 
 
Serhat Dûrmûş jî destnîşan kir ku armanca wan a bi tûrnûcayê ciwanan bînin cem hev û xwest hemû jin û ciwan tev li tûrnûvayê bibin û bi hev re li dijî polîtîkayên şerê taybet rabin.
 
Ciwanan banga "li dijî "tiryakê tîma xwe ava bike" kir.