Li Bajarê Kon ê Telhamût jinên koçber ji bo qutiyek şîr neçarî fuhûşê dikin

  • rojane
  • 11:36 10 Tebax 2018
  • |
img

RIHA -  Hat diyar kirin ku jinên koçber ên li Bajarê Kon ê Telhamût a Rihayê dimînin, ji aliyê xebatkarên kampê yên zilam ve ji bo qutiyek şîr neçarî fuhûşê dikin. Derbarê bûyerê  de dîmenên ku ketin destan, ev skandal pişt rast kirin. 

 
Koçberên ji ber şerê Sûriyeyê neçar man ku welatî xwe terk bikin û xwe spartin Tirkiyeyê, hewl didin li kampên hatine bicihkirin jiyana xwe berdewam bikin. Koçber di van kampan de rastî gelek zorî û pêkûtiyên dij mirovahî tên. Li gorî danayên Midûryeta Giştî ya  Îdarî ya Koçberan a Wezareta Karê Hûndir, di 19’ê Tîrmeha 2018’an de hejmara koçberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê gehişt 3 mîlyon 541 hezar û 572 kesan. Yek ji kampên koçberên Sûriyeyê lê dimînin, Bajarê Kon ê Telhamût ê navçaye Serêkanî ya Rihayê ye. Li kampê agahiyên bûyerên di asta skandalê de tên jiyîn, gehiştin ber destan. 
 
BI DARÊ ZORÊ FUHÛŞTIYÊ SER JINAN FERZ DIKIN
 
Li gorî agahiyên hatin bi destxistin, jinên koçber ên li bajarên konan ên girêdayî Qeymeqamtiya Serêkaniyê dimînin, li hemberî pêdiviyên zarûrî fuhûştê ferz wan dikin.  Kesên jinên koçber neçarî fuhûşê dikin, xebatkarên kampê ne. Hat zanîn ku hin xebatkarên kampê, ji bo çend parçe pêdiviyên jiyanî û qûtiyek şîrên zarokan, zoriyê li jinan dikin ku bi wan re bikevin têkiliya zayendî. Ligel ku ev kamp dibin kontrola dewletê dene jî, xebatkarên kompê mexdûriyetên jinên koçber ji bo xwe weke fersend dibînin û jinan neçarî fuhûşê dikin. Dimenên van agahiyan piştrast dikin gehiştin ber destan.   
 
DÎMEN GEHIŞTIN BER DESTAN 
 
Di dîmenên ji Bajêrê Kon ê Telhamût gehişt ber destan de, xuya dike ku kesê binavê H.D. ê xebatkarê kampê, piştî ji konteyrê derdikeve, deriyê konê li kêleka xwe vedike, hûndir kontrol dike. Dûre pir bi lez, li kontey vedigere û bangî kesekê ku di hûndirê konteynirê de dike. Dûre demildest jinek bil ez û bez ji konteynirê derdikeve û dikeve kon.  Peywirdarê kampê H.D. piştî jin ji konteynirê derdikeve, deriyê konteynirê kîlît dike û dîsan dikeve konê jina ku ketibûye. Dimenên gehiştin ber destan li vê derê bi dawî dibe. 
 
BI SER SKANDALÊ GIRTIN!
 
Dimenên mijara gotinê, kesekê înternetê bikar tîne, di 14’ê Cotmaha 2017’an de li Youtubê bar dike. Hat diyar kirin ku piştî weşandina dimîn, rêveberiya bajêr kon li ser vê skandalê digire û peywirdarê kampê H.D. jî hîna li kampê karê xwe berdewam dike. li ser erka xwe ye.  
 
Derbarê mijarê de me bi telefonê li Midûryeta Bajêr Kon a Telhamût geriya û rayedarên kampê, anîn ziman ku ne xwedî wê erkêne ku agahî bidin. Midûrê Kompê, destnîşan kir ku di dîroka dîmen di înternetê de hat weşandin, li Bajarê Kon a Telhamût ne peywirdar bû.