MANÎSA - Hilberînerê bacanan Abdûlkadîr Mûrk bi lêv kir ku li dijî lêçûnên zêde dibin, her ku diçe ji hilberînê qut dibe û wiha got: “Her ku diçe em feqîr dibin û êdî em nikarin bêhnê bistînin.”
Cotkarên ku li navçeya Salîhlî ya Manîsayê bacanan diçînin, ji ber lêçûnên wek mazot, gubre, derman, ked û kirêya zeviyan zêde bûne, hatine asta ku dest ji karê xwe berdin. Ji ber ku cotkar li dijî zêdebûna lêçûnên hilberînê kêm dikin, enflasyona xwarinê zêde dibe.
12 SAL IN BACANAN DIHILBERÎNE
Abdulkadîr Murk ê ku 12 sal in li navçeya Salîhliyê ku li Tirkiyeyê di çandiniya bacanên şêwaza pîşesaziyê de di rêza duyemîn de ye bacanan diçîne, ji ber ku lêçûn zêde bûn hilberîn kêm kir. Mûrk, bi lêv kir ku cotkar êdî nikarin bêhnê bigirin û anî ziman ku di şertên zehmet de ne.
Mûrk, bal kişand ser lêçûnên ku her roj zêde dibin û wiha axivî: “Ev rewş zehmetiyê dide me. Gelek kes hatin asta ku nikaribin cotkariyê bikin. Yek ji sedemê zêdebûna bihayê bacanan ê di sala 2022’yan de jî ji ber cotkar êdî nikarin hilberînin e. Bi taybetî jî mazot, me sala par bi 6 lîre û nîvan kirî û sezon wisa girt. Me îsal ji 30’î girt. Em cotkar nikarin mazotê bi bihayê pompeyê bistînin. Ji ber ku em bi deyn distînin li ser zêdebûna bihabûneke normal em zirar dikin.”
BIHAYÊN KIRÊYAN MEXDÛR DIKIN
Murk, vegot ku kirêya zeviyan jî gelek zorê dide wan û wiha bi lêv kir: “Ji zeviyeke 100 donim re neçarin ku herî kêm 200 hezar lire kirê bidin. Em dibêjin welatê çandiniyê ye lê pêkanînên berovajiyê wê hene. Tu alîkariyê nakin. Em zeviyên xwe bi ava di bin erdê de av didin. Karên Avê yê Dewletê (DSÎ) ji bo avên bin erde û qenalê xeracê ji me digire. Em ceyrana xwe û ava bîra xwe bi xwe jî bikarbînin li serê dekarê 50 hezar lire ji me digirin.”
ZÊDEBÛNA BIHAYÊ GUBRE Û CEYRANÊ
Mûrk, destnîşan kir ku gubreya ku sala par 250 lîreyan digirt îsal neçarin hezar û 250 lîreyan bigire û wiha berdewam kir: “Di axê de mineral nînin. Em hemû mîneralan li derve lê zêde dikin. Em dikarin encax wisa nebatan şîn bikin. Dema em gubreyê nedinê mezin nabe. Her nebata kum ezin nebe jî dibe zirara me.”
‘EM HER KU DIÇE BIÇÛK DIBIN’
Mûrk, anî ziman ku bi tu awayî heqê keda xwe nawergirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em her sal dibêjin îsal xerab derbas bû wê saleke din çêbibe, wisa berdewam dikin. Em hewldidin lêçûnan kêm bikin û wisa hilberînin. Min sala par du qetê îsal berhem hilberandin. Lê îsal neçar mam ku nivîya wî biçînim. Em ê saleke din jî neçar bimînin ku kêmtir biçînin, êdî hêza me nema. Ez ji 500-600 doniman daketim 100 doniman. Ez cotkarekî di asta navîn de me. Her ku diçe rewşa min feqîr dibe û êdî nikarin bêhnê bigirim.”
‘DIVÊ PIŞTEVANIYA COTKARAN WERE KIRIN’
Mûrk, destnîşan kir ku ji bo cotkar bikarin berdewam bikin pêdivî bi piştgiriya dewletê heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê pirsgirêkên ku cotkar dijîn bên tespîtkirin û zirarên wan bên pêşwazîkirin. Divê mijara av, ceyran û gübreye were sererastkirin. Temamê çandiniyê bi mazotê tê kirin. Traktora me di rojê de 110 lîtreyan digire. 110 lître dibe nêzî 4-5 hezar lîreyan. Ev sotemeniya rojekê ye. Em sezonekê dixebitin. Ev ne şertên ku cotkarek bikare ragire ne. Wê zorê bide me lê me karî encax bigihin van rojan.”
MA / Delal Akyuz