Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e

img

WAN - Li Wanê hem dikandar hem jî welatî ji ber krîza aboriyê gazinên xwe dikin. Welatiyan gotin ku çareserî bi banga Abdullah Ocalan pêkan e.

 
Li welat krîza aboriyê her diçe zêde dibe, şert û mercên jiyanê roj bi roj girantir dibe. Li Bazara Navçeyê ya Pêncşemê ku li Taxa Hacibekir a navçeya Artemêt a Wanê hate avakirin, welatiyan nêrînên xwe anîn ziman. 
 
TEQAWÎT NIKARIN DEBARA XWE BIKIN  
 
Nesîbe Sarihan diyar kir ku êdî nikarin debara xwe bikin û wiha axivî: "Mala min xera bûye, em bi tirs li bendê ne ku kengî bi ser me de hilweşe. Rewş ne baş e, em nikarin debara xwe bikin. Em hewl didin bi teqawîtiyê debara xwe bikin, lê têrê nake. Em ji bo danûstendinê tên bazarê, lê em tiştekî nakirin. Buhayê bacan bûye 50-100 TL. Em dê çawa debara xwe bikin? Her tişt pir buha ye, sebze nayên kirîn. Em bi hezar TL'yî tên û dest vala vedigerin. Heta dawiya mehê têrê nake. Heke buha dakevin, mirov dê baştir debara xwe bike. Em zehmetî dikişînin nan jî bikirin. Buhayê penîr bûye 400 TL. Em hewl didin tiştên erzantir bikirin. 4 zarokên kurê min hene. Ji ber ku ew nikare li wan binêre, ez bi her duyan re eleqedar dibim. Mirov nikarin li zarokên xwe xwedî derkevin."
 
‘BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK’ 
 
Dikandarê bazarê Fûat Aşkan diyar kir ku ew ji ber mirina Sirri Sureyya Onder gelekî xemgîn bûye û wiha got: "Li welat perwerde ne baş e, siberoja ciwanan nîn e. Eger derfetên kar ji bo ciwanan bên afirandin, wê aborî heta astê bi pêş bikeve. Kêmasiya perwerdeyê, krîza aborî, mirin û şer hemû sedem in. Ti qîmeta pere nemaye. Ji bo hewesa xwe welat têk birin. Banga Aştî û Civaka Demokratîk hate kirin . Em hêvîdar in, dê tiştên baş biqewimin. Gelê Kurd wê êdî bigihêje statuya xwe. Krîz hê jî heye û nikare ji nedîtî ve bê. Diyar e ku pere diçin ku derê. Divê ew pere ji bo aboriyê bê xerckirin. Weke gel em ê rojên xweş bibînin."
 
‘SEDEMA KRÎZÊ ŞER E’
 
Naciye Koç da zanîn ku li welat jiyan zehmet bûye û wiha got: “Em tiştên ku xirab bûne û bazarvan wan cuda dikin, em neçar dimînin wan zebze û mêweyan bikirin. Em zebze û mêweyên xirabbûyî didin zarokên xwe. Êdî bazar vala ne. Heta îktîdar neguhere pirsgirêk çareser nabe. Ger wiha dewam bike dê gel ji birçîna bimire. Sedema bingehîn bûtçeya ji bo şer tê veqetandin e. Heta pirsgirêk çareser nebe aborî jî baş nabe. Bila zanibin ku Kurd hene û li vir in. Ji bo hinek tiştan bikirim hatin bazarê, lê min nekarî bikirim. Zarokên me birçî diçin dibistanê.” 
 
'EGER AŞTÎ HEBE WÊ ABORÎ BAŞTIR BIBE'
 
Murat Kilinç diyar kir ku ferqa dahatû û lêçûnê zêde ye û wiha got: "Her tişt bi muçeyê kêmtirîn ve girê dane û mirovan dixapînin. Kirê nayê dayîn. Ji bo xaniyên bi sobeyên ji 10 hezarî kirê dixwazin. Dema mijar gaza xwezayî, av, elektrîk, mutbex be, lêçûna xaniyeke normal digihêje 30 hezarî. Lêçûnên malbateke mezin 2-3 qatan zêde dibe. Mirov çawa debara xwe bikin? Malbat tên sûkê û nikarin tiştekî ku zarokên xwe re bikirin. Malbateke ku ji bo du poşetan 800 TL pere dide, dê çawa debara xwe bikin? Dewletê gel bi xwe ve girêdayî hiştiye. Di malan de kêmasiya debarê heye. Dewlet bêderfetiyê pêşkêşî mirovan dike. Li ku derê şer hebe, hilweşandin heye. Eger aştî were, ev pirsgirêk wê çareser bibe. Sedemeke din a ku welat di vê rewşê de ye, ji ber şer e."
 
ESNAF Û WELATÎ JÎ TENGAV BÛNE
 
Ayşe Abî diyar kir ku ew hatiye sûkê lê nikare tiştekî bikire û wiha got: "Bacanek hema hema 50 TL ye. Ev rewş wê çawa çareser bibe? Mirov nikarin nan bibin malên xwe. Bila destê xwe deynin ser wijdanên xwe, ev mirov çawa debara xwe bikin? Em bi 150 TL bacanên ku nayê xwarin dikirin. Em malbateke ji 3 zarokan e, em nikarin debara xwe bikin."
 
Servet Gezer ê 22 sal in li sûkê dikandar e anî ziman ku ji ber ku kar qediya ye ew dem bi dem diçe derveyî bajêr û got, "Firoşkarên bazarê jî mîna gel zehmetiyên aboriyê dikişînin. Qîmeta pere nîne. Gel ji ber pirsgirêkên xwe yên debarê nikare çareyekê bibîne. Divê welat bi xwe piştgiriyê bide welatiyên xwe. "
 
'DEBARA JIYANÊ NABE'
 
Omer Bûcak anî ziman ku êdî aborî nemaye û wiha dewam kir: "Nepêkane ku tiştekî di binê 100 TL'yî de bê dîtin. Mirovan dixapînin. Min ji bo du kîlo kartol, roka û hinek hêşnayî 250 TL pere dan. Ji bo ku 6 zarokên xwe bişînim dibistanê min ne xwar û ne jî li xwe kir. Zarokên min xwendin lê ji ber ku tayîna wan çênebû bi mûçeya kêm dixebitin. Ma gel dê çawa debara xwe bike?" pirsî.