ENQERE – Akademîsyen Ozgur Muftuoglû, diyar kir ku pêvajoya şewbê derfetên nû ji bo kedkaran çêkiriye û got ku heke têkoşîneke hevpar nayê dayîn dê pêvajoya hovîtiyê bê jiyandin û divê aktorên nû yên polîtîk derkevin holê.
Bi vîrûsa koronayê re nakokiya dewlet û civakê derket holê. Ev rastî di tevdîrên ku ji aliye dewletê ve di bin navê têkoşîna bi vîrûsê re hatin ragihandin de derket holê. Careke din nelihevkirina berjewendiyên welatiyan û berjewendiya sermiyan-dewletê raxist ber çavan. Yek ji welatên ku ev nakokî bi awayekî kûr lê tê jiyîn Tirkiye ye. Akademîsyen Ozgur Muftuoglû ku bi xebatên xwe yên li ser kedê tê nasîn, rewşa çîna karkeran û nelihevkirina civak û dewletê ku di pêvajoya şewbê de derketiye holê nirxand.
BERJEWENDIYA XWE TERCÎH DIKIN
Muftuoglû, diyar kir ku timik berjewendiyên çîna serdest û desthilatên siyasî ji berjewendiyên civakê pêşdetir tê girtin û wiha got: “Desthilatên siyasî berjewendiyên xwe û berjwendiyên sermiyan tercîh dikin, bikaranîna hêza dewletê hem tundiyê li civakê dikin hem li kedê dimijin û xwezayê tehrîb dikin û hem jî bi ser şeran de hebûna xwe didomînin. Tenduristiya civakê tê paşguhkirin, pêvajo bi ser berjewendiyên sermiyan û desthialita siyasî tê meşandin. Ev jî pisgirêka me hemûyan.”
TÊKOŞÎNA HEVPAR DIVÊ
Muftuoglû, da zanîn ku bi vîrûsê derketiye holê ku bê ked pergal nikare bi rê ve biçe û ev tişt got: “Ji bilî kedkaran dibêjin bila herkes li mala xwe bimîne. Lewre kedkar nebin, pergal nagere û ev kar nabe. Timik kedê bêrûmet dikirin, lê niha em dibînin ku bê ked gelek bi nirx e. Ji sedsala 18’emîn ve kapîtalîzm dixwaze di nava kedkaran cihêkariyê ava bike. Bi ser netew, ziman, ol, reng û zayendê de cihêkariyê kiriye nav kedkaran û heta radeyek mezin jî bi ser ketiye. Divê em vê têk bibin. Divê têkoşîneke hevpar bê meşandin.
PIRSGIRÊKA NÛNERTIYÊ
Di berdewama axaftina xwe de Muftuoglû rexneyan li rêxistinên kedê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêxistinên kedê tenê mafê endamên xwe diparêzin û mafên bi milyonan kedkaran paşguh dikin. Li ser lihevkirina bi sermiyan re hebûna xwe didomîn. Binêrin, îro têkildarî Pirsgirêka Kurd tu tişt nabêjin. Kedkar ji sendîkayan bawer nakin. Pirgirêkên mezin ên sendîkayan hene. Pêwistî bi rêxistinbûna ku bersiv bide pêwîstiyên îro heye. Pêvajoya nû derfet dide karkeran. Şansê tu karkerî tuneye ku bi tena serê xwe li dijî pergalê têbikoşe. Divê nirxên kedê bikevin tevgerê û ji bo ku bibin aktorê divê bibin aktorên nû yên polîtîk. Mafê jiyanê yê kedkaran tê binpêkirin û li xwîna wan tê mijîn. Rexmî vê jî heke tiştek neyê kirin, divê mekanîzmayen sendîkayî derkevin ser xurdeyan.”
MA / Selman Guzelyuz