Kesên bêtemînat dişixulin li benda tevdîrine aborî ne
- aborî-ked
- 09:00 11/4/2020
Kesên bêtemînat û derî tomarkirinê dişixulin, xwestin ji bo wan jî tevdîrên aborî bên girtin.
Kesên bêtemînat û derî tomarkirinê dişixulin, xwestin ji bo wan jî tevdîrên aborî bên girtin.
Li Navçeya Soma ya Manîsayê di kanek madenê de hezan pêk hat. Di hezanê de karkerek mir û 2 karker di bin hezanê de man.
Esnafên Stenbolê bal kişandin ser xisara xwe ya di dema şewba vîrûsa coronayê de û gotin: "Em li benda hikûmetê û çareyekê ne, lê hikûmet jî li bendê ye em çareyekê bibînin."
Pasajên her cûre kelûpel ên li Rihayê hatine ber asta girtinê. Serokê Komeleya Pasaja Japon Mehmet Toprak diyar kir ku ji ber şewbê peywendiya wan bi welatên Rojhilata dûr re hatiye birîn û got: “Heke wisa biçe em di demên pêş de neçarin pasajê bi temamî bigirin.”
Aborîzan Alp Altinors, diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê wê krîza aborî kûrtir bibe û got: “Ji ber vê dibe ku Tirkiye ji derve de deyn bixwaze. Lê ev deynê bê girtin jî wê bi xwe re krîzeke aborî ya mezintir bîne.”
Serokê Şaxa Bîrleşîk Metal-Îş'ê ya Gebzeyê Selçûk Çîftçî, destnîşan kir ku di pêvajoya şewba coronayê de li fabrîkeyan dvê hilberîn bê rawestandin û derxistina ji kar bê qedexekirin.
Aborîzan Ozgur Muftuoglû, diyar kir ku li dijî şewba coronayê herî pir ne ji bo tenduristiyê, ji bo çekdarîbûnê budçe hatiye veqetandin û got: "Tirkiye, divê hem di nav xwe de hem jî bi cîranê xwe re aştiya civakiyî pêk bîne. Ancax bi vî awayî ew budçeya ji bo çekdarîbûnê tê veqetandin ji bo tenduristiyê bê xerckirin."
Serokê Şaxa ZMO ya Amedê Samed Ûcaman, anî ziman ku bihabûna fiyetên gubre û dermanên çandiniyê bandoreke neyînî li cotkaran dike û ji bo desteka tovan ku Wezareta Çandiniyê tenê dide cotkarên 21 bajaran jî got, ev yek nayê qebûlkirin.
Hikûmet tenê li 21 bajaran ji sedî 75 hîbeya çandiniyê dide. Serokê Odeya Çandiniyê ya Yenîşehîrê Suleyman Îskenderoglû, bertek nîşanî vê yekê da û got, divê lîste ji nû ve vê revîzekirin û bajar hemû daxilî nav bên kirin.
Pisporê Îstihdamê Sînan Ok, anî ziman ku tevdîrên aborî yên li dijî vîrûsa coronayê hatine girtin ji hêla çawanî û çendaniyê ve ne tevdîrine cidî ne û got, Fona Betaliyê divê ji nû ve bê sererastkirin û hemû betal daxilî nav bên kirin.
Li Îzmîrê di çarçoveya têkoşîna li dijî şewba koronayê ya Şaredariya Îzmîrê karkerên ÎZELMAN jî destek dan kampanyayê û bi giştî 6 hezar û 500 endam û 120 nûner beşdarî kampanyayê bûn.
Endama Komîsyona Lêkolînkirin û Tespîtkirina Karkerên Çandiniyê Leyla Karakaş, anî ziman ku li dijî pandemiyê heger karkerên çandiniyê neyên parastin wê ewlehiya zexîreyî jî têkeve xetereyê.
Li gorî daneyên Meclîsa ÎSÎG’ê di meha adarê de 14 karker ji ber vîrûsa koronayê û bi giştî 113 karkeran jiyana xwe ji dest da.
Sekreterê Rêxistina Înşaetê-Îş’ê Yûnûs Ozgur, diyar kir ku teahûdnameya “Ger di xebatê de, ez bi vîrûsa korona bikevim berpirsiyarê wê ezim” bi karkerên înşaetê didin îmze kirin û got: “Tekane çareserî karker derkevin destûra bi mûçekar û şantiye bên girtine.”
Nûnerên xebatkarên tenduristiyê û şaredariyê diyar kirin ku karker ji ber şewba vîrûsa corona di bin rîskekî mezin de kar dikin, lê dîsa ekîpmanên parastinê nadin karkeran.