Karkerê ku Şaredariya AKP'ê ji kar avêt dawî li jiyana xwe anî
- aborî-ked
- 08:58 05/1/2020
STENBOL - Karkerê ku Şaredariya AKP’î ya Uskudarê kar dikir Recep Kilinçarslan, piştî Şaredariya AKP'ê ew ji kar avêt dawî li jiyana xwe anî
STENBOL - Karkerê ku Şaredariya AKP’î ya Uskudarê kar dikir Recep Kilinçarslan, piştî Şaredariya AKP'ê ew ji kar avêt dawî li jiyana xwe anî
Akademîsyên Prof. Dr. Atîlla Guney ê KHK’î, diyar kir ku li Tirkiyeyê berî 40 salan, dest bi polîtîkayên aborî yên neo-lîberal hat kirin û got: “Lê êdî Tirkiyeyê giştiye dawiya van polîtîkayan. Her ku diçe krîza aborî kûrtir dibe û bêkarî zêdetir dibe.”
Esnafên bazarê yên Palandokenê, ji ber krîza aborî dam û dezgehên xwe rakirin. Esnaf Abdulcebar Yaşar, got: "Rojên yekşemê rojên herî qelebalix in, lê belê di vê rojê de jî em berî kêçan didin".
Fîrmaya taşeron ku Miduriyeta Fîrmaya Lînyîtan a Afşîn-Elbistan a girêdayî Çelîkler Holdîngê jê re ragihand ku nikare bihayê asgarî yê nû hatiye diyarkirin bibersivîne, peymana kar 115 karkerî fesh kir û wan ji kar derxist.
Li Amedê beriya sersalê elokên ku buhayê wan di navbera 200 - 250 tl de tên guhertin, nayên firotin.
Her diçe eleqeya ji bo sabûna Nîzîbê zêde dibe. Wextekê 200 heb îmalatxane hebûn û her çû hejmara wan pir kêm bûbû. Lê belê niha ji ber eleqeya ji bo şampûanan û krema poran kêm dibe mirov berê xwe didin sabûna zeytê.
Prof. Dr. Yalçın Karatepe, aboriya sala 2019'an a Tirkiyeyê nirxand û anî ziman ku Tirkiye di sala 2019'an de di qada aborî de têk çû. Karatepe, da zanîn ku 2019 li gorî 2001'an cuda bû û wiha got: "Krîza aborî ya îsal bandor li ser tevahiya civakê kir. Bêtir qrîz kûr bû û têk çû."
Nûnerên rêxistinên kedê, nerazîbûna xwe ya ji bo meaşê kêm anîn ziman û gotin, tişta girîng têkoşîna ji niha û pê ve ye û xwestin mafê xwe yê grevê bi kar bînin.
Serokê Giştî yê Dev Tûrîzm Îş'ê Mûstafa Yahyaoglû, anî ziman ku gotinên wekî "Me di trîzmê de reqor şikandiye" ne rast in û got, derameta wan pir kêm e. Yahyaoglû, destnîşan kir ku turîzmê tesîreke mezin ji siyaseta hundirîn û derve digire û got, karkerên turîzmê 6 mehan dixebitin, 6 mehan betal in.
Parlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Kanî Beko diyar kir ku heqê asgarî yê hat eşkerekirin 50 milyon karker û malbatên wan mehkûmî sefaletê kiriye û got: “Qesr di saetekî de heqê asgarî yê hat eşkerekirin xerc dike.”
Li Şirnexê du roj berê li kana komirê hezaz pêk hat û karkerê bi navê Hasan Înal di bin de jiyana xwe ji dest da. Bi vê bûyerê re di nava du salan de 14 karkerên kanên komirê yên li Şirnexê jiyana xwe ji dest dan.
Li Amedê 11 fabrîkayên tûxleyan hene û ji van 7 fabrîqe ji ber sedema krîza aborî hilberandina xwe sekinandin. Her nirxê fabrîqeyek hat girtin 15 milyon TL bû. Kîloyê makîneyên fabrîqeyan bi lîreyek firotin xûrdevanan.
Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz, ji bo Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî bi nivîski bibersivîne pirsname da meclîsê. Pekoz, diyar kir ku heta niha çend rençber ji ber deynê xwe nedane hatine girtin û çend karkerên fabrîqeyan betal mane?
Li Tirkiyeyê ked û jiyana pirovan pir erzan e. Ji ber karker nebûn yek û xwe bi rêxistin nekirin ji hemû mafê xwe bêpar man û bûn qurbana kar. Di 11 mehan de 1606 karker bûn qurbana kar. Ji van karkeran 99 karkerên penaber û 67 karker jî zarok bûn. Ev jî nîşan dide ku hem mafê penaberan û hem jî mafê zarokan duqat tê binpêkirin.
Li Wanê, welatiyên ji ber krîza aborî nikarin amûr û alavên sifir bikirin, ji amûrên spî heta mobîlyayan, ji pêlaban heta kincan her tiştî ji kelepûrkiran dikirin.