Di 2002'an de bi 3.55 kîlo petêx 1 lître mazot dihat kirîn Di 2018'an de bi 5.52 kilo petêx 1 lître mazot tê kirîn
- aborî-ked
- 09:01 05/8/2019
Tirkiye di nava welatê cîhanê de di rêza 2'emîn welatê cîhanê yê herî zêde hilberîna petêxan dike ye. Tirkiye salê 1.8 milyon ton çandiniya petêxan dike. Li Tirkiye herî zêde li Edeneyê çandiniya petêxan tê kirin. Lê li aliyê din qîmeta petêx kêm dibe û rençber naxwazin zêde petexên biçînin. Li gorî rapora Odeya Endezyaran di 2002'an de bi 3.55 kîlo petêx 1 lître mazot dihat kirîn, di 2018'an de bi 5.52 kilo petêx 1 lître mazot tê kirîn. Di nava 16 salên serdema AKP'ê de qîmeta petêx kêm bûye û mazot zêde bûye.