Esnafên pîşesaziya Wanê: Êdî em nikarin heqê xebatkarên xwe jî bidin
- aborî-ked
- 09:04 07/7/2019
Esnafên pîşesaziya wesayîtan diyar kirin ku ji ber krîza aborî hindik mane top bavêjin û gotin, êdî nikarin heqê xebatkarên xwe jî bidin.
Esnafên pîşesaziya wesayîtan diyar kirin ku ji ber krîza aborî hindik mane top bavêjin û gotin, êdî nikarin heqê xebatkarên xwe jî bidin.
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM), li ser hesabê medya civakî diyar kir ku karkerê înşaetê Erdogan Aydin ê 42 salî dema karê înşaedê dikir konteynir bi ser wî de ket û jiyana xwe ji dest da.
Profesorê îktîsadê Erînç Yeldan da zanîn ku krîza aborî êdî ne bi rêya zêdekirina bihayan raste rast ji ber bêkariyê, daxwaza kêm, dahata milî ya kêm û ji ber feqîriya zêde dibe pêk tê.
Şaxa SES’ê ya Wanê ji bo endamê xwe Gursel Yamaç ê ji nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yilê hat îxrackirin daxuyanî da û got kesên îmzeya wan di bin biryarê de heye dê hesab bidin darazê.
Meclîsa ÎSÎG’ê rapora meha hezîranê ya cînayetên kar eşkere kir û li gorî raporê hêrî kêm 124 karker jiyana xwe ji dest dan û di 6 mehên salê de jî herî kêm 840 karkeran jiyana xwe ji dest da.
Zarokê 17 salî ku di înşaata Nexweşxaneya Zarok û Zayîna Jinan a Êlihê de dihat xebitandin bi ceryanê ve zeliqî.
Li tersxaneyên Tûzla ku tim bi qezayên kar dikeve rojevê, ji ber şert û mercên wê yên xerab dibe sedema gelek nexweşiyan. Îbrahîm Kiziltoprak ê di encam qezaya derbas kir de, demek dirêj tedawî dît, da zanîn ku ji xwe tersxane tê wateya qezayan.
Serokê Şaxa Sendîkaya Petrol-Îşê ya Êlihê Şehmûs Kaygûsûz, diyar kir ku biryara Desteya Hakemî ya Bilind ya ji bo TUPRAŞ'ê di leha kardêran de girtiye mafên wan xesp kiriye û got: "Em ê bi têkoşînê li ber xwe bidin û mafên xwe bi dest bixin."
TUÎK’ê reqamên eflasyona meha hezîranê eşkere kir. TUFE di meha hezîranê de di asta mehane de ji sedî 0,03 zêde bû û zêdekirina salane jî derket ji sedî 15,72’an. Bi eşkerekirina reqamên enflasyonê re mûçeyê karmend û teqewîtan jî diyar bû.
Berhevkirina mişmişên navdar ên Îdirê dest pê kir. Mişmişvanan bilêv kirin ku ji ber gubre, derman û mazot biha ye, heqê keda xwe dernaxin.
Hevserokê Şaxa SES'ê yê Êlihê Denîz Topkan diyar kir ku daxwazên kedkarên tenduristiyê dê bibin maseya TÎS'ê'
Li TUPRAŞ'ê di pêvajoya TÎS'ê ya ku 4 hezar û 300 karkerî dihewîne nav xwe de biryara ku Lîjneya Dadmend a Bilind jê karsaz re da, bû sedema şermezarkirinan. Sekreterê Perwerde û Rêxistibûnê yê Sendîkaya Petrol-Îş'ê Mûstafa Tekîk diyar kir ku biryarê nas nakin û ji bo karkerên petrolê têkoşîn bi dawî nebûye.
Midura Şaxa Şitildankan Gulluzar Guneş diyar kir ku armanca wan ew e ku hîlberîna bi milyonan kulîlkan bikin.
Li Bodrûmê ku navendeke sereke ya turîzmê ya Tirkiyeyê ye, her çend serdema turîzmê ji zûvde dest pê kiriye jî lê belê otêl vala ne.
Karkerên SÎBAŞ'ê ku ji ber sendîkayî bûn ji kar hatin avêtin, 188 roj in têdikoşin. Dê doza karkeran a ji bo vegera ser kar di 5'ê Tîrmehê de pêk bê û karkeran ji bo piştevaniyê bang li her kesî kir.