‘Ji bo em bêjin êdî bes e, em hatin gel hev’
- aborî-ked
- 16:00 01/5/2019
Di pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya li Enqereyê de endama DÎSK’ê Nermîn Yurtaş metna hevpar xwend û got: “Ji bo em ji krîza aborî ya AKP’ê re bêjin êdî bes e, em hatine gel hev.”
Di pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya li Enqereyê de endama DÎSK’ê Nermîn Yurtaş metna hevpar xwend û got: “Ji bo em ji krîza aborî ya AKP’ê re bêjin êdî bes e, em hatine gel hev.”
Li Enqereyê beriya pîrozbahiya 1’ê Gulanê, qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmeha 2015’an a li Gara Enqereyê bi qurnefilan hatin bibîranîn.
Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Stenbolê, her kesî vexwand Qada Bazarê ya Bakirkoyê û got: "Li dijî qedexeyan û bêedaletiyê, em her kesî vedixwînin têkoşînê."
18 karkerên ku ji îstasyonên TUV-TURK a Rihayê ji kar hatin avêtin û 164 roj in li ber îstasyonê li ber xwe didin, wê li Taksîmê berxwedana xwe bidomînin.
Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Amedê, ji bo çalakiyên greva birçîbûnê, ji bo aştî û azadiyê û parastina destkeftiyan her kesî evxwand Qada Îstasyonê.
Hêzên demokrasî û kedê ji bo 1'ê Gulana Wanê bang li karker û kedkaran kirin û gotin, ew ji bo daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê, li dijî betalî û xizaniyê dakevin qadan.
Welatiyên Amedê diyar kirin ku ew ê di 1'ê Gulanê de li Meydana Îstasyonê bin û di rojeva wan de krîza aborî, tecrîd û grevên birçîbûnê hene.
Mamosteya polê Îlknur Alçelîk Akîkol a bi KHK’ê hat îxrackirin got: “Ji bo siberoja xwe em ê li qadên 1’ê Gulanê bin.”
Endamên Platforma Mexdûrên KHK'ê yên Edeneyê gotin dê li qada 1'ê Gulanê edaletê qîr bikin û banga "yekîtiya bi hev re" bikin.
Cîgirê Hevserokatiya HDP'a Stenbolê Cengîz Ûzûner ku şahidê Komkujiya 1'ê Gulana 1977'an e got: "Wê banga me ya îsal ev be 'Leyla çîn e, çîn tê tecrîdkirin.' Sembola me laçika spî ye. Em bang li hemû mirov, demokrat, welatparêz, karker, jin û ciwanan dikin û dibêjin kitana xwe ya spî girêde û were."
Wê li Şirnexê piştî 4 salan 1'ê Gulanê Cejna Karkeran bê pîrozkirin. Wê 1'ê Gulanê li Cizîrê bê pîrozkirin. Berdevkê KESK'ê û Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Şirnexê Mûzaffer Yildirim, got: "Em bang li her kesî dikin ku em bi hev re ji bo aştiyê biqîrin."
Endamên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB ên li Wanê, dê 1’ê Gulanê Roja Cejana Karkeran li Parka Mûsa Anter pîroz bikin û ji bo beşdarbûna mîtîngê bang li gel kir.
Esnafên Wanê diyar kirin ku sedema krîza aborî polîtîkayên îktîdarê ne û got: "Bi wî pereyê ku didin tanq û topan, wê aboriya welat baş bibe. Ev krîz wê bi aştiyê çareser bibe."
Li Wanê bi hatina biharê re kesên dixwazin pîvazan deynin, tuxim bi destê wan nakeve. Par kîloya tuximê pîvazan bi 2,5 lîreyan bû, îsal bûye 25 lîre.
Ji ber krîza aborî rewşa bazara dîrokî ya Sîpahiyê ne tu rewş e. Esnafê bazarê Necdet Şansal, diyar kir ku ji ber turîst nayên rewşa karê wan jî nebaş e. Şansal, anî ziman ku rewşa turîzmê jî bi gavên demokratîk pêkan e.