Li Dîlokê di nava 10 rojan de karkeran li 18 kargehan çalakî kirin
- aborî-ked
- 13:04 11/2/2022
Bi mebesta protestokirina zemên kêm û şert û mercên xerab ên xebatê, karkeran li Dîlokê di nava 10 rojan de li 18 kargehan çalakî dan destpêkirin. Çalakiyên karkeran heta niha li 10 kargehan encam dan û karkeran bi karmendan re li hev kirin. Çalakiyên li 8 kargehan din jî hêj berdewam in.