‘Em ê bi aboriya rêya 3'yem ji derheqê astengiyên Tirkiyeyê derkevin'
- aborî-ked
- 09:11 28/12/2021
Hevserokê Komîteya Çandinî û Aboriyê yê Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Selman Barûdo, bal kişand ser astengî û êrişên Tirkiyeyê yên hember çandinî û aboriyê û destnîşan kir ku ew bi "aboriya rêya sêyem" li hemberî van êrişan disekinin. Barûdo got: "Em ê di sala 2022'yan de tevî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji heqê van êrişan derkevin."