Jinên ku li Hewselê 14 saetan dixebitin doza keda xwe dikin
- aborî-ked
- 09:06 11/6/2021
Karkerên jin ên li Baxçeyên Hewselê dixebitin, rojê 14 saetan dixebitin û yewmiyeya wan 65 TL ye. Karkeran destnîşan kir ku ev yewmiye ne heqê keda wan e.
Karkerên jin ên li Baxçeyên Hewselê dixebitin, rojê 14 saetan dixebitin û yewmiyeya wan 65 TL ye. Karkeran destnîşan kir ku ev yewmiye ne heqê keda wan e.
Rihayiyên ku ji ber kêmbûna avê dev ji erdê xwe berdane û erdnê din ji xwe re îcare kirine, ji ber zêdebûna mesrefan, qutkirina ceryanê û bihabûna avê zehmetiyê dikişînin. Cotkaran, destnîşan kir ku heger wisa dewam bike dê biçin karên demsalî bikin.
Şandeya HDP’ê ku bi karkerên çandiniyê û stranbêjan re hat bahev, têkildarî pirsgirêkan pêşniyarên xwe yên çareseriyê parve kirin. Kedkaran jî şertên giran û rewşa neyînî anîn ziman.
Li Semsûrê şitilên tûtinê hatin danîn. Hilberîneran xwest tûtina ku wekî "qaçax" tê dexmekirin berbayî siyasetê neyê kirin û gotin: "Dest me nedin, wekî din em tiştekî din ji we naxwazin."
HDP’iyan ‘Hevdîtinên Nan û Kar’ derbasî Antalyayê kirin û bi civîneke çapameniyê starta xebatên xwe dan. Endamê Komîsyona Aboriyê ya HDP’ê Erol Katircioglû, diyar kir ku Antalya navenda aboriya Tirkiyeyê ye û dê pirsgirêkên Antalyayê bibin meclisê.
Li Geverê bêrîvan derketin zozanan û pezên xwe didoşin. Bêrîvan dibêjin ew bi qatixên xwe debara xwe dikin.
Li Bazara Genim a Îmam Keskîn a Rihayê, keda hemalan tê xwarin. Hemal Omer Çakmak behsa şert û mercên kar kirin û got: "Li ber çavê civakê em ne tiştek in, ji ber ku em hemal in."
Meclisa ÎSÎG’ê rapora cînayeta kar a meha gulanê aşkera kir û ragihand ku di meha gulanê de 232 karkeran jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî daneyên TUÎK’ê enflasyona ku di meha nîsanê de 17,14 bûye, di meha gulanê de daketiye 16,59’an.
Li Qilebanê ji ber qedexeyan û operasyonên eskerî qada jiyanê ya mêşan hatiye dagirkirin û sewalvanî jî hema bibêje nemaye.
Li Rihayê ku ji sedî 10'ê genim, ji sedî 15'ê ceh û ji sedî 37'ê nîskên sor ên Tirkiyeyê lê şîn tên, niha ji ber ziwabûnê rêjeya zadê wê ji sedî 30 kêm bûye.
Bager Çîçek ku li Baxçeyê Hewselê tûyan berhev dike, diyar kir ku rojê nêzî 40 kîlo tû berhev dike û got: "Em 2 rojan carekê tên berhev dikin. Em ên eciqandî jî yan hişk dikin an jî dikin dims."
Komîsyona Kedê ya HDP’ê, têkildarî Hefteya Têkoşîna bi Birçîbûnê re daxuyanî da û ev tişt got: “Em bang li hemû kedkaran û bindestan dikin ku li dijî vê pergala xizanî û newekheviyê ava dike têbikoşin.”
Ji ber ku Deriye Sînor ê Kapıkoyê 14 meh in girtî ye sûka Îranê li ber girtinê ye. Serokê Herêmê yê TURSAB’ê Cevdet Ozgokçe, diyar kir ku wezaret alîkarî nade wan û ji bo qedandina sektora turîzmê di nav hewldanan de ye.
Li Şirnexê, welatiyên ku bi sewalkariyê debara xwe dikin, ji ber bûhabûna ceh û kayê bi zorê sewalkariyê dikin û dibêjin ku ji bo ceh û kayê bikirin neçar in ku hinek pezê xwe bifiroşin.