NAVENDA NÛÇEYAN - Navê siyasetmedar Hevrîn Xelef ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê komên girêdayî Tirkiyeyê ve hatibû qetilkirin li bajarê Lyon ê Fransayê li qadekê hat danîn.
Li Fransayê Şaredariya Lyonê, navê siyasetmedara kurd Hevrîn Xelef ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê komên girêdayî Tirkiyeyê ve hatibû qetilkirin, li qadekê danî. Di 21'ê îlonê de şaredariyê ji bo vekirina qadê merasîmekê li dar xist. Serokê Şaredariya Herêma 7’an a Lyonê Fany Dubot û alîkara têkiliyên navneteweyî ya Serokê Şaredariya Lyonê Sonîa Zdorovtzoff tevlî merasîmê bûn. Li ser tebeleya qadê ev tişt hat nivîsandin: "Qada Hevrîn Xelef, 1984-2019, Jina Kurd a Siyasetmedar û Femînîst".
Alîkara têkiliyên navneteweyî ya Serokê Şaredariya Lyonê Sonîa Zdorovtzoff, diyar kir ku bi vê hewldana şaredariyê re têkoşîna gelê kurd a li dijî DAÎŞ’ê silav dike, dixwazin hemû hewldanên azadî û demokrasiyê yên jin û mêrên li Sûriyeyê pîroz dikin. Seroka Komeleya Dostên Kurd a Lyonê Thîerry Lamberthod jî spasdariya xwe ya ji bo biryarê nîşan da û got: “Eger ji bo kurd û ji bo Rojhilata Navîn dengek ê aştiyê hebe, li wir li vir wê şopdarê wê bin.”
Hevrîn Xelef, di 15’ê mijdara 1984’an de hate dinê, 12’ê cotmeha 2019’an li nêzî Girê Spî ji aliyê komên çeteyên dewleta tirk ve bi hovane hate qetilkirin. Xelef, endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û di heman demê de Sekretera Giştî ya Partiya Pêşverû ya Sûriyeyê bû.