Ji bo çekên kîmyewî bang li NY’yê kir: Bila ji bo Tirkiyeyê jî komîsyon bê avakirin

  • cîhan
  • 12:54 23 Gulan 2022
  • |
img
ENQERE - Parlamentera Partiya Çep a Almanyayê Gokay Akbulut diyar kir ku têkildarî çekên kîmyewî yên Tirkiye bi kar tîne, daxwaz ji NY’yê kirine û wiha got: “Em dixwazin ku ji ber çekên kîmyewî yên ku Tirkiye li Herêma Federal a Kurdistanê bi kar tîne jî komîsyonek bê avakirin.” 
 
Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku li rexekî êrişên xwe yên ser Herêma Federal a Kurdistanê didomîne û li rexa din jî polîtîkaya milîtarîst a li hundir girantir dike, niha jî li ser serlêdana Fînlandiya û Swêdê ya ji bo endamtiya NATO’yê hewl dide li ser kurdan bazariyan bike. Tê zanîn ku ji dewletan a herî zêde piştgiriyê dide polîtîkaya heyî ya desthilatdariya AKP-MHP’ê, Almanya ye. Parlamentera Partiya Çep (Die Linke) ê di Meclisa Federal a Almanyayê de Gokay Akbulut têkildarî çekên kîmyewî yên ku Tirkiye li dijî Herêma Federal a Kurdistanê bi kar tîne, têkiliyên PDK-Tirkiyeyê û helwesta Almanya û Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ajansa me re axivî. 
 
Akbulut, da zanîn ku têkiliyên di navbera Tirkiye û PDK’ê de li gorî dema berê hîn xurttir bûne û wiha got: “Ev geşedan bo me fikaran çê dikin. Helwestên hikûmeta PDK û Iraqê hev nagirin. Weke Partiya Çep, me di Komîsyona Karên Derve ya Meclisa Federal a Almanyayê de û di pêşnûmeyên xwe de ev helwesta PDK’ê gelek caran rexne kir. Di heman demê de em li bendê ne ku hikûmeta Iraqê li dijî êrişên Tirkiyeyê xwedî helwesteke zelal be. Divê di zûtirin dem de ev têkiliyên qirêjî bi dawî bibin.” 
 
‘ERDOGAN XWE BIÇÛK XIST’ 
 
Bi domdarî Akbulut anî ziman ku AKP hewl dide li ser serlêdana ji bo endamtiya NATO’yê ya Fînlandiya û Swêdê çendek bazariyan bike û wiha domand: “Hewldanên bi vî rengî dê di qada navneteweyî de encamgir nebin. Bi van bazariyan re Erdogan xwe di qada navneteweyî de gelek biçûk xist. Weke Partiya Çep, me di derheqê vê helwesta Tirkiyeyê de pêşniyaznameya lêkolînê da Meclisê. Tirkiye dixwaze li ser kurdan bi NATO’yê re çendek bazariyan bike û li gorî me nepêkane ev daxwaz ji hêla NATO’yê ve bên qebûlkirin. Bangên me yên ji bo Almanya û welatên din ên Ewropayê jî berdewam in. Kurdan û destkeftiyên wan hedef digirin û bi vî rengî dixwazin polîtîkayên xwe bi ser bixin. Ji bo vê jî zextê li NATO’yê dike lê dê encamekî jê negire.” 
 
POLÎTÎKAYÊN DURÛ YÊN ALMANYAYÊ
 
Akbulut, destnîşan kir ku gelek rêxistinên jinan ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Herêma Federal a Kurdistanê, Ewropa û Amerîkayê ji bo sekinandina êrişên Tirkiyeyê ji NY’yê re name şandine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev xebat, xebateke girîng e. Bi taybet jî aliyê wê yê Almanyayê. Wezîra Karên Derve ya Almanyayê ya nû ji Partiya Keskê ye. Polîtîkayeke femînîst a derve dimeşîne. Di medyaya Almanyayê û raya giştî ya Ewropayê de her tim qala xeta femînîst dike. Qaşo aştîxwaz, xwezaparêz û li rêyên çareseriyê digere. Lê belê di mijarên Tirkiyeyê de polîtîkayên durû dimeşîne. Me ev rastî li parlamentoyê anî ziman . Tiştekî razî nîne ku destkeftiyên jinên kurd tune bihesibînin û bi rejîma Erdogan re hevkariyê bikin. Li gorî rapora ku jinan amade kiriye û li Meclisê ketiye ber destê me, Tirkiye xala 51’emîn a NY’ê esas digire û li gorî vê xalê êrişan dike. Lê belê ne dewleta Iraqê û ne jî hêzên PKK’ê tu êriş li dijî wan nekirine. Pirsgirêkeke ewlehiyê yê Tirkiyeyê nîne. Ev yek di Rapora Lêkolînê ya Meclisa Federal a Almanyayê de jî tê gotin.” 
 
BANGA ÇEKÊN KÎMYEWÎ LI NY’Ê KIRIN
 
Di berdewamê de Akbulut got ku têkildarî çekên kîmyewî yên ku Tirkiye bi kar tîne daxwazên wan ji NY’ê çêbûne û wiha pê de çû: “Daxwaza me ew e ku têkildarî sûcên şer de li NY’yê Komîsyoneke Lêkolînê bê avakirin. Me ev yek li Almanyayê xwest. Weke mînak, Almanyayê têkildarî Ûkraynayê mekanîzmayeke nû ava kir. Dê di derheqê sûcên şer ên li Ûkraynayê de komîsyonekê ava bikin. Em dixwazin ku heman komîsyon ji bo çekên kîmyewî yên ku Tirkiye li Herêma Federal a Kurdistanê bi kar tîne jî bê avakirin. Hêzên navneteweyî jî dikarin vê xebatê bimeşînin û komîsyonekê ava bikin. Weke berê, Tirkiye niha jî hiqûqa navneteweyî binpê dike. Em li bendê ne ku di hefteyên pêş de ji ber van mijaran çendek sepan li Tirkiyeyê bên ferzkirin.” 
 
JI BO RAKIRINA QEDEXEYA SER PKK’Ê SERLÊDAN KIRIN
 
Gokay Akbulut, anî ziman ku divê çalakiyên PKK’ê ji hêla welatên ewropî ve neyên qedexekirin û ev nirxandin kir: “PKK di lîsteyên qedexeyan de ne û rola Almanyayê ya di vê mijarê de gelek mezin e. Çendek roj berê Dr. Peer Stolle û Dr. Lukas Thune ji bo rakirina qedexeya PKK’ê serlêdan kiribûn. Em ê di rojên pêş de li Meclisê piştgiriyê bidin vê pêşniyarê. Dê vê serlêdanê bişînin Wezareta Karên Hundir û piştre jî li Komîsyona Karên Hundir bê nirxandin. Têkildarî serlêdanê heta niha wezaretê bersivek nedaye.”
 
‘KURD LI ALMANYAYÊ TÊN KRÎMÎNALÎZEKIRIN’
 
Akbulut bi bîr xist ku hefteya bihûrî li Berlînê bi dirûşma “Defend Kurdistan” meşeke mezin hatiye lidarxistin û wiha derbirî: “Di dema meşê de polîsên alman alozî derxist û êrişî meşvanan kir. Medyaya almanan jî hewl dide kurdan krîmînalîze bike. Dibînin ku PKK’ê ne ji bo Almanyayê û ne jî ji bo dewletên din ên ewropî pirsgirêk dernexistine. Ev qedexeye bi sedema zextên Tirkiyeyê berdewam dike. Lê ev polîtîkayeke demokratîk nîne. Saziyên kurdan ên Almanyayê her tim tên krîmînalîzekirin. Em van zextan qebûl nakin.” 
 
STATÛYA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ
 
Têkildarî statûya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Akbulut ev tişt anî ziman: “DYA’yê sepanên li ser Rojava demek berê rakirin. Ev geşedaneke girîng e. A herî girîng destkeftiyên kurdan in ku encama bedelên giran in. Hikûmeta Almanyayê jî baş di ferqê de ye ku statûya kurdên Rojava, mafê wan e. Em li bendê ne ku desthilatdarî di mijara statû û têkiliyan de gavên nû biavêje. Dê ji bo demên pêş çendek hewldanên me çêbibin ku di vê mijarê de bi partiyên din re hevkariyê bikin.”
 
Parlamenter Akbulut bal kişand ser helwesta “aştîxwaz” a Erdogan a di şerê Ûkrayna-Rûsyayê de û wiha pê de çû: “Bertekên li dijî Erdogan a li Almanya û raya giştî ya Ewropayê her ku diçe zêdetir dibin. Hemû kes dizane ku otorîter û rejîmeke dij-demokratîk e. Lê di destê wî de penaber hene û şirîkeke stratejîk e. Ev yek jî bandorê li polîtîkayên Ewropayê dike. Lê gelên Ewropayê teqez piştgiriyê nadin. Divê mirov gel birêxistin bike ku zextê li polîtîkayên hikûmetan bike da ku li dijî Tirkiyeyê xwedî helwest bin.”
 
MIJARA TECRÎDÊ DÊ BIKEVE ROJEVÊ 
 
Herî dawî jî Akbulut qala tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan, ev demekî dirêje li Almanyayê xebat tên meşandin. Li seranserî Almanyayê çalakî hatin lidarxistin û îmze tên komkirin. Îzalasyona li ser birêz Ocalan, di heman demê de îzalasyoneke li ser mafên mirovan e. Divê ev îzalasyon di zûtirin demê de bi dawî bibe. Divê birêz Ocalan û bi hezaran girtiyên din azad bibin. Kongreya me dê di hefteya pêş de bê lidarxistin. Em ê di vê kongreyê de banga bidawîkirina vê tecrîdê bikin. Her wiha divê Tirkiye ji xaka Herêma Federal a Kurdistanê û Sûriyeyê vekişe.”
 
MA / Firat Can Arslan