Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan 44 hezarî derbas kir

  • cîhan
  • 20:49 21 Mijdar 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de jiyana xwe ji dest dan, 44 hezarî derbas kir.
 
Li gorî daxuyaniya rayedarên tenduristiyê yên xwecihî yên li Xezeyê, hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane 44 hezarî derbas kiriye. Di êrişên hewayî yên ku êvara Çarşemê dest pê kirin û heta berbanga Pêncşemê dewam kirin de li bakurê Xezeyê 66 û 22 jî li navenda Xezeyê bi tevahî 88 kesan jiyaa xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku ji 44 hezar kesên ku di encama êrişên 13 mehan de jiyana xwe ji dest dane ji nîvê zêdetir jin û zarok in.