Îsraîl: Berdevkê Hamasê Ebû Ubeyde hat kuştin
- cîhan
- 22:41 31/8
NY’ê têkildarî doza Şerîfe Mihemedî ji nûnertiya îranê yê NY’ê re nameyeke fermî şand. Di nameyê de hate gotin ku dosya di rojeva saziyên navneteweyî de ye û rapora bêhiqûqtiyên di pêvajoya darizandinê de hatiye amadekirin.
Hikûmeta Kolombiyayê, ji ber êrişên li dijî Xezeyê, îxrackirina komirê ya ji Îsraîlê re bi temamî qedexe kir.
Civaknasê Amerîkayî Craig Calhoun bi peyamekê piştgirî da banga Abdullah Ocalan û got: “Ji dil hêvî dikim ku kesên bi dewleta Tirkiyeyê re ji bo aştiyê mizakereyê dikin, bi ser kevin.”
Hamasê, mirina Muhammed Sînwar ku yek ji payebilindên rêxistinê yê Xezeyê bû, piştrast kir.
SOHR’ê bîlançoya hejmara kesên ku di êrişa hêzên Hikûmeta Demkî de jiyana xwe ji dest dane weşand û ragihand ku hejmara miriyan gihîştiye 2 hezar kesan.
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’ê ragihand ku ji destpêka sala 2025’an heta niha li Îranê 841 kes hatine darvekirin.
Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres, diyar kir ku operasyona bejahî ya Îsraîlê ya li dijî Xezeyê derbasî “qonaxeke xetere” bûye. Rêveberê Bernameya Xurekê ya Cîhanê jî ji bo rewşa Xezeyê got: “Birçîtiya li vir rastî ye.”
IDF’ê ragihand ku ji ber Xeze “herêma şer a xetere ye” rojê 10 saetan navber dane operasyona xwe ya leşkerî û got: “Biryara agirbesta taktîkî ya herêmî derbasdar nîne.”
Namzeta berê ya serokkomariya Sûriyeyê lêkolîner û akademîsyen Dead Qanou, diyar kir ku dixwaze bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Yekîneyên bejahî yên Îsraîlê li herêma nêzî paytexta Sûriyeyê Şamê operasyoneke bejahî kir.
Rayedarên Ûkraynayê ragihandin ku di êrişa Rûsyayê ya li dijî Kîevê de 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 38 kes jî birîndar bûne.
Donald Trump, Serokwezîrê Îngilistanê Tony Blair, nûnerê Trump ê berê û zavayê wî Jared Kushner, ji bo plansaziya Xezeyê ya piştî şer gotûbêj bikin, civiyan.
Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê ragihand ku amade ye beşdarî “Hêzên Parêzvanên Niştimanî” bibin.
Înîsiyatîfa Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd a li Ewropayê bang li rejîma Îranê kir ku cezayên darvekirinê yên li aktîvîstên jin hatine birîn tavilê betal bike.