Li Cîhanê Covît-19: 160 hezar û 784 kes mirin
- cîhan
- 11:42 19/4/2020
Parlamenterên Swêd û Danîmarkayê, têkildarî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Mexmûrê ku di encama êrîşêde 3 jinan jiyana xwe ji dest dan, daxuyanî dan û êrişa Tirkiyeyê şermezar kirin.
Malpera “Worldometers” ragihand ku li dinyayê 146 hezar kesî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên koronayê ketine ji 2 milyon û 184 hezarî derbas bû. Hejmara kesên li Tirkiyê bi vîrûsê ketine nêzî hejmarên weqayên Çîn û Îranê bû.
Berdevkê Artêşa Iraqê Evdilkerim Xelef têkildarî êrişa TSK'ê ya li Mexmûrê diyar kir ku divê Enqere amade be hesabê wê bide.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres destnîşan kir ku vegera li jiyana asayî ya li cîhanê bi çêkirina derziyek li dijî vîrûsê dibe.
Çapemeniya Cîhanê cihekî mezin da helwesta Serokê DYA Donald Trump ku alîkariya malî ji ser WHO qut kiriye. Çapemeniya cîhanê dîsa diyar kir ku li Kolombiyayê di çarçoveya tedbîrên li dijî şewba kurevî girtiyên nexweş serbest berdane.
Rêxistina SOHR'ê ragihand ku 190 çeteyên ji Sûriyê yên girêdayî Tirkiyeyê di şerên li Lîbyayê de hatine kuştin. SOHR, diyar kir ku Tirkiyê beşek nû ya komên çekdar dişîne Lîbyayê.
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan derket 126 hezar û hejmarî kesên bi şewbê ketine jî ji 2 milyona kes derbas kirin.
Berdevkê WHO’yê Dr. Margaret Harrîs, têkildarî hejmarên weqayên vîrûsa koronayê got ku li hin deverên Ewropayê kêm dibin, li Îngilistan û Tirkiyeyê zêde dibe.
Di çapemeniya cîhanê de herî zêde nûçeyên der barhê şewba vîrûsa corona û tedbîrên li dijî wê de derketn pêş Di çapemeniya Ewropa de hat diyar kirin ku pispor ketine pêşbirga pêşxistina derziyê li dijî vîrûsê. Di çapemeniya Îranê de jî hat diyarkirin ku bi tedawiya plazma xwînê ji sedî 40'ê nexweşan baş bûne.
Wezareta Karên Derve ya Lîbyayê diyar kir ku Tirkiye bi grûpên xwe yên paramîleter peymanên navntewî binpê dike û got: “Erdogan alîgirê hêzên dagirker e.”
Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesus bi armanca belavbûna vîrûsê were hêdîkirin hişyarî da hikumetan ku zû dawî li sînorkirinan neynin.
Di nava welatên cîhanê de şewba vîrûsa corona Covid-19 herî zêde li DYA û Îspanya belav bûye. Rojnameya El Pais a ku li Îsyanyayê weşanê dike li ser şewbê rawestiya û bi manşet "Panzehîra şewbê ne cudakirin, parvekirin û hevkarî ye" derket.
Herêma xweser a Danîmarkayê Groenland bû herêma destpêkê ku nexweşên bi vîrûsa koronayê bi temamî lê rehet bûn.
Li Îranê di nava 24 saetan de 125 kesên din bi vîrûsa corona mirin. Heta niha bi giştî 4 hezar û 357 kes bi şewba vîrûsê mirin.