ÇEWLIG - Aktîvîstê xwezayê Yûnûs Gurbey, bertek nîşanî destûra qanûnî ya nêçîra pezkoviyan da û bang li Tirkiyeyê kir ku li gorî peymana BERN’ê tevbigere.
Wezareta Daristan û Çandiniyê, tevî biryarên Şûraya Dewletê jî destûrê dide nêçira heywanan. Komîsyona Nêçîrê ya Navendî ku girêdayî Wezaretê ye, di 21’ê Tebaxê de “Demsala Nêçîrê ya 2021-2022’yan da destpêkirin. Komîsyonê ji bo nêçîra bi giştî 10 bizinên çolê yên li herêmên Geliyê Perî û Çiyayên Şeytan ên li navçeya Gêxî ya Çewligê kota amade kir. Her wiha ji bo 8 nêçîrvanên ku ji derve hatine bajêr jî li cihên nêçîrê destûra nêçîra 10 berazan hat dayîn. Lê piştî îtîrazî biryarê hat kirin, destûr hat betalkirin. Heman rewş her sal li Dersimê jî derdikevin holê. Hefteyên derbasbûyî komeke ku ji derve hatibûn bajêr, di bin navê “spora nêçîrê” hin heywan qetilkirin. Rêxistinên hawirdorê û aktîvîstên xwezayê ji bo komkujiya bi pejirandina rayedaran pêk hat bi bertek in.
PEYMANA BERN
Yek ji aktîvîstên xwezayê Yûnûs Gurbey, diyar kir ku bi taybetî qetilkirina pezkoviyan a li herêmê nayê qebûlkirin. Gurbey, bang li Tirkiyeyê kir ku li gorî Peymana Parastina Jiyana Xweza û Jiyana Kovî ya Ewropayê (Peymana BERN) ku alîgirê wê ye, tev bigere û wiha got: “Ji ber ku Tirkiye alîgirê vê peymanê ye em qetilkirina pezkoviyan derveyî hiqûqê dibînin. Ji ber ku nesilê pezkoviyan di bin xetereyê de ye Ji ber vê yekê parastina jiyana koviyan gelek girîng e. Bi taybetî jî ji ber ku hejmara berazan li Çewligê zêde bûye destûr daye nêçîra wan. Rast e hejmara berazan zêde bûye lê bi tundiyê çareser kirin ne rast e.”
NÊÇÎRVANIYA QANÛNÎ
Gurbey, dazanîn ku li herêmên çiyayî yên bajêr xebatên nêçîrvaniyê bênavber didomin û wiha berdewam kir: “Nêçîrvanên hem ji herêmê hem jî ji bajarên cuda hatine nêçîra heywanên kovî dikin. Kesên di bin navê nêçîrvaniyê de tên nêçîrê dikin li dijî xwezaya me û baweriya me ne.” Gurbey, bi lêv kir ku di şopandina nêçîrvanan de zehmetiyê dikişînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Carnan agahiyên têkildarî nêçîrvaniyê ji aliyê welatiyên bi hestiyar ve ji me re tên ragihandin. Em ê li tevahiya Geliyê Perî, Gexî û Çewligê li dijî vê texrîbata xwezayî rawestin. Em daxwaz dikin ku demildest nêçîra qanûnî bê rakirin.”