‘Em li ser Çemê Zorava HES’ê naxwazin’
- ekolojî
- 11:57 20/8/2021
Parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş, bertek nîşanî biryara darazê ya ji bo çêkirina HES'ê ya li ser Çemê Zorava hatiye dayîn da û xwest hemû projeyên HES'ê bên bidawîkirin.
Parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş, bertek nîşanî biryara darazê ya ji bo çêkirina HES'ê ya li ser Çemê Zorava hatiye dayîn da û xwest hemû projeyên HES'ê bên bidawîkirin.
Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê têkildarî lehî û êrişên nijadperest daxuyanî da û wiha got: “Ev desthilat hatiye asteke ku êdî nikare welat bi rê ve bibe.”
Seroka MERÇED'ê Sabahat Aslan, li dijî krîza avhewayê bal kişand ser têkoşînê û got: "Talûke êdî ne li ber derî ye, ketiye nava malê."
Serokê Giştî yê TARIM-ORKAM SEN'ê Ahmet Keleş, anî ziman ku agirên bi daristanan dikevin ji ber polîtîkaya şer, îmar û xwezayê ya îqtidarê ne û destnîşan kir ku divê têkoşîna ji bo ekolojî û demokrasiyê bi hev re bê dayîn.
Gel li dijî kana madenan a tê xwestin li Daristanên Akbelenê bê çêkirin têdikoşe. Jinên parêzvanên jiyanê ku piştgiriya gel dikin gotin: "Em ê ji bo her darekê heya dawiyê li ber xwe bidin."
Rêvebirê ORÇEV'ê Coşkûn Ozbûcak, anî ziman ku lehî û hêlanên vê dawiyê li Behra Reş çêbûn, encama mudaxileya mirovan a li xwezayê ye.
Serokê DEDEF'ê Alî Haydar Ben, anî ziman ku ji ber ku pergala binerdê tune ye bermayiyên kargehên li Geliyê Mûnzûrê dikevin Çemê Mûnzûrê û xwest rayedar rojek berî rojekê tevdîran bigirin.
Li bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qilebanê, bi sedan cerdevanan, li herêma Besta û Heftanînê daran birîn.
Santrala Termîkê ya A ya Afşîn-Elbîstan bê fîltre û Santrala Termîkê ya B jî bi fîltreyeke ne têkûz dişixule. Ji Platforma Parastina Jiyan û Xwezayê ya Afşîn elbîstanê Îbrahîm Yalçin, destnîşan kir ku xweza tê qetilkirin.
Di rapora xwe ya derbarê pirsgirêkên hawirdorê yên li bajar de ÇEVDER'ê bal kişand ser bobelata lehiyê ya di rojên dawîn de pêk hat û da zanîn ku ji bo bobelatên hêj mezintir pêk neyên divê bergirî bên girtin.
Hat ragihandin ku li Mîlasê şewata daristanan hatiye vemirandin û xebatên cemidandinê dest pê kiriye
Şewata daristanan a li Manavgatê dest pê kir û belavî navçeyên Gundogmuş, Îbradi, Alanya û Aksekî bû, 10 rojin dewam dike.
Çemê Bazamîr ê ku ji Çiyayê Cudî diherike Çemê Dîcle, pişt re ber bi Ava Mezin ve diçe îsal ji ber hişkesaliyê ziwa bû.
Mûstafa Canci, anî ziman ku kana keviran ku 20 sal in li gundê Şivon ê Bazarcixê dixebite, çandinî û sewalvanî nehiştiye û got: "20 sal in em di vê dojehê de ne."
Gundê Çoçellî yê elewiyan, bi rûxandineke ekolojîk a nû re rû bi rû ye. Done Çoçellî ku bertek nîşanî santrala enerjiyê ya biyokutleyê da û got: "Çar hawirdorê me bi têlan hatiye dorpêçkirin. Çima bi taybetî ev der tê bijartin?"