'Qanûna Parastina Havzaya Gola Wanê' bikin zagon
- ekolojî
- 10:39 27/6/2019
Danezana Komxebata Rojên Gola Wanê aşkere bû. Di komxebatê de beşdaran xwestin ku Tesîsên Parzinandina Avê bi awayekî çalak bê xebitandin, Tesisa Parzinandina Bîyolojîk a Pêşketî demek berî demekê têkeve meriyetê û “Qanûna Parastina Havzaya Gola Wanê" bibe zagon. Dîsa xwestin ji bo Gola Wanê di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO de cihê xwe bigire xebatek hevpar bê meşandin.