Sûlava Bêgirê ji ber HES’an ne geş e
- ekolojî
- 09:19 08/4/2018
Sûlava Bêgirê yek ji newazeyên xweşik a xwezayê ye. Sûlav ji ber avakirina HES’an û hişkesaliyê her roja ku diçe coşa xwe winda dike û geşbûna wê nemaye.
Sûlava Bêgirê yek ji newazeyên xweşik a xwezayê ye. Sûlav ji ber avakirina HES’an û hişkesaliyê her roja ku diçe coşa xwe winda dike û geşbûna wê nemaye.
Di çarçoveya pêngava yekem a “Projeya Qasa Rekreasyonê ya geliyê Dîcleyê” ku ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê ve hat amadekirin de, DSÎ’yê li Geliyê Dîcleyê dest bi xebata îslehkirina qamirgeh û lîtavê kir, lê ev xebat veguherî talankirina daran. Her çend UNESCO’yê got bila raweste, aktivîstên xwezayê gotin zirarê dide rûberka riwekî jî, lê makîneyên kar daran dibirin û dieciqînin.
Şêniyên Mêrsînê diyar kirin ku ew santrala nukleerê naxwazin û gotin: “Li şûna ku deshtilatdarî enerjiya alternatîf biafirîne, berê xwe daye avakirina santrala nukleerî. Em naxwazin Mêrsîn jî bibe Çernobîl û Fukuşîma.”
Li Amed, Edene û Îzmîrê avakirina Santrala Nukleer a Akkuyuyê hat şermezar kirin û wiha got: “Sazkirina Santrala Nukleerê zemîna amadekariya şer e. Em Santrala Nukleerê naxwazin.”
Ahmet Ayaz ê 99 salî 40 sal e di mehên biharê de derdikeve gelî, deşt û çiyayên li Wanê û nebatan berhev dike. Ayaz van nebatan li bajêr difiroşe, hem debara malbata xwe pê dike û hem jî şîfayê belav dike.
Parêzer Ozgur Ûlaş Kaplan, bal kişand ser projeya ku ava Çemê Mûnzûrê veguhêzînin tunelan û diyar kir ku dê ev yek rê li ber felaketan vebike. Kaplan, diyar kir ku projeyên bi vî renge hem li dijî hiqûqa netewî hem jî ya navnetewî ye.
Tevî hemû nerazîbûnên saziyên civakî li Amedê mizgeftên meçin û AVM li nava bajar tên avakirin. Nûnerên saziyên civakî û pîşeyî diyar kirin ku bi van inşaetan kêr li kezeba Amedê ku wekî neqeba hewayê ye tê xistin.
Li Samandagiyê ji bo çêkirina RES’ên ku di hundurê Keşîşxaneya Sîmonê de tên çêkirin rawestin doz hatibû vekirin. Heyeta dadgehê, rapora ÇED’ê ku wekî raporeke erênî hatibû dayîn bi heman awayî qebûl kir û destûr da ku kapasîteya RES’an bê zêdekirin. Hawirdorparêzên ku bertek nîşanî biryarê dan, ji bo çêkirina RES’an raweste serî li Şûraya Dewletê dan.
Ji bo piştevaniya jiyana ekolojîk bike, Sahafa Duçerxeyî li Stenbolê li 4 dibistanan “Pirtûkxaneya Ekolojîk” ava kir. Niha jî ji bo li dibistaneke li Bayramoglûyê pirtûkxaneyekê ava bike pedalên duçerxeya xwe digerîne.
MERÇED, darbarê santrala nêkleerê ya esasê wê sibe li Akkuyu bê danîn daxuyanî da û got: “Emê destûr nedin Mêrsîn bibe zibaleya nûkleerê.”
Ekolojîst Fatîh Şahîn diyar kir ku îsal ji ber guherîna avhewayê berf hindik bariyaye. Şahîn diyar kir ku sedemeke kêmbûna berf û baranê jî bendavên ku bi hinceta “ewlehiyê” tên çêkirin.
Amadekariyên projeya Geliyê Mûnzurê projeya Konak Tepe 1 û 2 ya ji aliyê DYA û Tiryiye ve 50 sal berê dest pê kiribûn temam bû. Aktîvîstê Xwezayê Haydar Çetinkaya, diyar kir ku ev projeyek gelek talûke ye û ger têkeve meriyetê dê hemû Dersim di bin avê de bimîne.
Colemêrgî îsal jî ji ber qedexekirina çûyîna zozanan û “herêmên ewlehiya taybet” nikarin zêde rêwas, kereng, pûng, ardû, sterk û gulîkan berhev bikin.
Şêniyên Taxa Dedeyaziyê ku li dijî kana madenê têkoşiyan û bi ser ketin, li dijî rayedarên şîrketê yên ku tevî biryara dadgehê heye jî gund neterikandin, hîn jî li ber xwe didin.
Îpek Mandûza ku li gundê Çataxa Mezin a navçeya Cilawûzê dijî, ji nebatan dermanan çê dike.