Nobeda Edaletê di roja 22'yemîn de ye: Deng û qîrîna me bibihîzin

  • rojane
  • 15:58 7 Kanûn 2021
  • |
img
AMED - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyen nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye nayên berdan di roja 22’yemîn de berdewam dike. Malbatan xwestin ku qîrîna wan were bihîstin. 
 
Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye û nayên berdan di roja 22’yemîn de Nobeda Edaletê berdewam kirin. Nobed li avahiya Baroya Amedê tê girtin. Îro jî rêveberên Partiya Komunista Kurdistan (KKP), Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê û Odeya Tabîban a Amedê serdana mablatan kirin. Di serdanê de axaftin hatin kirin. 
 
‘DAYIKÊN ME BI ERDÊ RE TÊN KAŞKIRIN’ 
 
Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek destnîşan kir ku li girtîgehan zext û zilm ji salên 1970'yî ve berdewam dike û wiha got: “Lewma Nobeda Edaletê ya malbatan gelek bi nirx e. Li Tirkiyê edalet nîne. Lewma malbat li edaletê digerin. Dayikên Şemiyê, Emîne Şenyaşar û Dayikên Aştiyê bi salan e ji bo edalet pêk were, têdikoşin. Dayikên me li edaletê digerin. Însan li welatekî tiştekî ku tine ye digerin. Dayikên me bi salan e ji bo edalet û aştiyê têdikoşin lê her carê bi zilmê re rûbirû man. Dayika Emîne Şenyaşar mînaka vê yekê şênber e. Ew li edaletê digere lê wê dixin ber lêpirsînê. Hikumeta Tirkiyê dibêje ‘rondikên çavê dayikan dilê me diêşîne’. Lê belê bi jopan li dayikên me didin û wan bi erdê re kaş dikin. Xwedî li dayikên li ber HDP’ê derdikevin lê êrişî dayikên me dikin. Em vê polîtîkayê qebûl nakin û şermezar dikin.” 
 
‘WÊ EV HIKUMET BIÇE’ 
 
Çîftyurek bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Birêz Ocalan bi salan e di hepsê de ye. Ev neheqî nayê qebûlkirin. Qanûn tune ye, her tişt bi awayek kêfî tê sepandin. Lê em tev baş dibînin ku bi vî awayî birêve naçe. Em di wê baweriyê de ne ku wê ev hikumet biçe. Li ku êşek me hebe em ê li wir yekîtiya xwe ragihînin. Divê em hemû partiyên kurd li hember vê bêedaletiyê rabin û dengê xwe derxin. Em dayikên xwe ku edaletê daxwaz dikin pîroz dikin û em ê her tim li cem wan bin.”
 
'HÊVÎ MEZINTIR DIBE’ 
 
Helbestvan Herdem Merwanî ku bavê wê girtiyê nexweş e jî destnîşan kir ku kurd bi êrişên cidî re rûbirû ne û got: “Lazim e li dijî van êrişan yekîtiya me neteweyî were ragihandin. Divê hin bêtir partî werin vê serdanê û em dengê xwe bilind bikin. Heke xwedî derketin çêbibe wê hêvî bi ser bikeve û edalet were ser vê axê.” 
 
'QÎRÎNA ME BIBIHÎZIN’ 
 
Încî Guler a ku birayê wê nexweşê girtî jî anî ziman ku bi salan e ew li pêş deriyên girtîgehan in û wiha got: “Efûyan derdixin lê girtiyên me jê sûdê wernagirin. Em naxwazin darbest ji hepsan derkevin. Bila partiyên din û çapemenî jî were û dengê me bibihîzin.” 
 
Rojnamevan Hakki Boltan ê ku lawê wî li hepsê nexweş e jî got ew serdanan girîng dibînin û dixwazin bang û qîrîna wan were bihîstin. 
 
'EM LI CEM WE NE’ 
 
Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê parêzer Çîgdem Sevîmlî jî diyar kir ku her roja ku diçe şert û mercên girtîgehan giran dibin û her cûre li ser girtiyan tê ferzkirin û ew ê her li cem malbatên girtiyan bin. 
 
'EM NE BÊHÊVÎ NE’ 
 
Rêveberê Odeya Tabîban a Amedê Mustafa Mesût Kaya jî da zanîn ku ew hêvî dikin ku ev çalaki wê hin bêtir mezin bibe û were bihîstin û ew daxwaza edaletê dikin. 
 
Rêvebera Odeya Tabîban a Amedê Çagla Îzcî jî got: “Em her tim ji dayikên xwe hêz û berxwedanê werdigirin. Em ne bêhêvî ne û em hêviyê ji van dayikan werdigirin.” 
 

Sernavên din

10/12/2021
13:15 Cenazeyê Gezerê wê ber bi Mêrdînê ve were oxirkirin
13:04 ‘Mirina Gezer komkujiyeke ku bi destê dewletê hatiye kirine’
12:58 Malbata Şenyaşar di roja 277’emîn de nobeda xwe domand
12:05 Ji bo Aysel Tugluk bang kirin: Demildest berdin
12:05 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:04 Cenazeyê Arşîmet hat veşartin
11:33 Wasiyê Ocalan: Têkoşîna civakî dikare gavê bi Tirkiyeyê bide avêtin
11:04 Cenazeyê Garîbe Gezer ji nexweşxaneyê hat wergirtin û dişînin Mêrdînê
10:43 Platforma Zimanê Kurdî: Kurdistan welatê bi milyonan kurdî axivêra ye
10:22 Di hucreya ku Gezer lê dihat ragirtin de butona lezgîn hatiye betalkirin!
09:50 Onlu: Tê îdiakirin ku li Pulurê çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:39 ‘Malbata Şenyaşarê sembola têkoşîna mafên mirovan e'
09:16 Dayikên Aştiyê: Dewlet bi tecrîdê di şaşîtiyê de israr dike
09:15 'Dê bi rêbazên qanûnên eskerî nikaribin pêşî li ber têkoşînê bigirin'
09:14 Girtiyê nexweş ê ji sedî 94 astengdar nayê tedawîkirin
09:14 Qeyûm ji bo 'xurtkirina bîra neteweyî' dê dîreka alayê biçikîne
09:13 Ji gel re qedexe ye, ji nêçirvanan re serbest e
09:12 ‘Karkerên tekstîlê mehkûmî bextê patronan hatine kirin'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2021'AN
09/12/2021
23:26 Di rapora otopsiyê de sedema mirina Gezerê nehatiye diyarkirin
19:40 Xwişka Garîbe Gezer: Bawer nakim xwe kuştibe
18:27 Garîbe Gezer a di Girtîgeha Kandirayê de jiyana xwe ji dest da
17:01 Bavê Kaçmaz: Soylû ji bo mirovan bi hev bide kuştin derewan dike
16:39 Ji bo girtiyan çalakî berbelav dibin: Li Wanê jî Nobeda Edaletê hat destpêkirin
16:11 Demîrtaş ji bo malbatên girtiyan peyama piştevaniyê şand: Wê êdî ev zilm dirêj nebe
15:39 Bersiva ji bo Erdogan: Bila bê Botanê em wî bibînin
15:11 Hevdîtinê ji girtiyê îşkence lê hatiye kirin re qedexe kirin
15:10 Di 11 mehan de 915 kesan ji ber îşkenceyê serî li ÎHD’ê û TÎHV’ê daye
14:18 KONDA: Herî zêde neheqî li jin û kurdan tê kirin
14:18 Dozger dîsa kiryarên malbata Şenyaşar nedît!
13:54 Di doza 'Komîteya Zindanê' de biryara beraetê
13:33 Doza Hêlîn Şen wê ji nû ve were lidarxistin
13:20 Rêxistinên elewiyan: Ji qetliyama li Dersimê tê kirin re bêjin na
13:01 Di Doza Kobanê de careke din daxwaz hatin redkirin
13:01 Li Zapê şereke dijwar derket: 3 leşkeran jiyana xwe ji dest da
12:43 Înfaza Elçîçek ku 22 sal in girtî ye hat sekinandin
12:34 Kiliçdaroglu serdana Emîne Şenyaşar kir: Ez ê vê dozê bişopînim
12:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:48 Li Girtîgeha Kiriklarê amûrên taybet ên girtî Akiş desteser kirin
11:26 Danişîna 6 rojnamevanan hat taloqkirin
11:26 Nobeda li Sêmalka di roja 66’emîn de didome
11:25 Şaredariya Farqînê ji bo hewzê daran birî
11:25 Îşkence li rêveberê HDP’ê hatiye kirin
11:04 Yagizay ê bi CPT'yê re hevdîtin kir: Divê CPT bi lezgînî biçe Îmraliyê
10:43 Li Wanê berdana 5 girtiyan tê astengkirin
10:27 Rapora Girtîgeha Turkoglûyê: Lêgerîna tazî didome
09:59 Qeyûmê Mêrdînê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
09:35 Nûnerên partiyên siyasî: Dengê kolanê wê têkçûna îqtidarê bi leztir bike
09:31 ‘Daraz esker û polîsên sûcdar diparêze'
09:09 Dadgehê ji ber firotina pisîkê ceza li wan birî
09:09 Esker û cerdevanan çeteyek ava kir: Bertîl, diziya mazotê û zîmmet
09:09 Serokê Baroya Şirnexê: Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cî nayne
09:08 Xizmet ji bo AKP'ê, meaş ji şaredariyê
09:08 Berteka dersimiyan a ji bo krîzê: Em nikarin debara xwe bikin
09:08 Ji ber şewbê liv û tevgera li nexweşxaneyên Rihayê zêde bûye
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2021'AN
08/12/2021
16:25 TMMOB’ê serdana malbatên girtiyan kir: Wezîrê Dadê sûc dike
16:19 Parlamenterê berê Aslan hat binçavkirin
16:11 Doza Kobanê: Heyeta dadgehê 2 gazindkeran hilbijart
15:40 Saziya Kontrola Cemaweriyê ji bo Ozkan bersiva ‘lêkolîn biencam nebûye’ da
15:38 Li Mêrdînê tecrîdê şermezar kirin
15:14 Di bin 'kontrola' wezaretê de Ozkan bi koronayê ketiye
15:01 Astengiya polîsan bi berzkirina dirûşmeyan protesto kirin
14:44 Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo Tugluk banga berdanê kir
14:40 Walîtiya Mêrdînê ku lîstika kurdî qedexe kiribû destûr da ya tirkî
14:37 TJA: Mafê jinan û siyasetmedaran tê binpêkirin
14:32 Cenazeyê Merwan Bedel hat veşartin
14:06 Ji ber şerê Soylû derxist navber dan rûniştinê
13:55 OHD’ê banga beşdariya doza Malbata Dedeogullari kir
13:41 Nobeda Edaletê di roja 23’yemîn de ye
13:39 Xwendekarên Başûr 19 roj in çalakî li dar dixin
13:37 Doza aktîvîsta TJA’yê Ektî hat betalkirin
13:08 Siyasetmedarên iraqî: Êriş ji ber bedengiya hikûmetê pêk tên
13:07 Nobeda li Sêmalka di roja 65’emîn de didome
13:00 9 cenazeyên li Meletiyê hatin teşhîskirin
12:53 Cezayê hepsê li rojnamevan Koçuk hat birîn
12:48 Cenazeyê jinekê di otomobîla ku reviya de hat dîtin
11:53 HDP: Tirkiye dixwaze civaka Êzidî qir bike
11:53 Rojnamevan Dost hat binçavkirin
11:39 TEV-DEM: Kesên ku peyman îmze kirin berpirsyarên êrişê ne
11:28 Polisan li Sîlopiyayê 3 kes binçav kirin
11:23 Malbata Şenyaşar: Em dijîn û li ber xwe didin
11:09 Li bakurê Kurdistanê berf û baran dibare
10:55 Tunç li Serêkaniyê hat veşartin
10:51 Rewşa Ozkan ê rakirin beşa lênêrîna awarte, xeternak e
10:26 Kepolû ya AKP'î ji bo Erdogan pîsta taybet da çêkirin
10:21 Iraqê êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê şermezar kir
10:20 CPT: Em geşedanên li Îmraliyê dişopînin
09:54 40 ciwanên ku OPCW'ê protesto kiribûn hatin dersînorkirin
09:43 Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan bi vîrûsê ket
09:43 Nivîskar û siyasetmedarên jin: Em hemû tên tecrîdkirin
09:41 Rojnamevan Keko: Gel tevî hemû zextên PDK'ê û Tirkiyeyê jî terka warê xwe nake
09:32 Mehmet Ocalan: Demildest divê deriyê Îmraliyê bê vekirin
09:30 Pirsgirêka kurd wekî hikûmetên din AKP'ê jî dihejîne
09:28 Beştaş: Êrîşa SÎHA'yê ya Şengalê sûcê şer e
09:27 Mele Ozdemîr: Tu dîn tahdeya li cenazeyan qebûl nake
09:17 TÎHV: ATK raporên bîrdozî dide
09:16 Ari: Heya pirsgirêkên civakî çareser nebin dê aborî baş nebe
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2021'AN
07/12/2021
16:59 Li Sêmalka helwesta PDK’ê hat şermezarkirin